Îran: Qebareya ziyanên şer gihîştiye 270 mîlyar dolarî
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Hikûmeta Îranê Fatime Mohajeranî ragihand, li gorî texmînên destpêkê, ziyanên şerê dawî yê li welatê wan gihîştine 270 mîlyar dolarî.
Berdevka Hikûmeta Îranê Fatime Mohajeranî îro 14ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ji bo ajansa "Tasnim"ê amarên destpêkê yên ziyanên şer eşkere kirin. Mohajeranî diyar kir, nirxandinên wan nîşan didin ku ziyanên gihîştine Îranê derdora 270 mîlyar dolar in.
Mohajerani destnîşan kir, ev hejmar ne ya dawî ye û tîmên wan ên aborî mijûlî nirxandineke kûrtir in, da ku qebareya rastîn a ziyanên madî diyar bikin. Berdevka Hikûmetê herwiha got: "Mijara qerebûkirina ziyanên şer, yek ji xalên sereke yên danûstandinan e û şandeya Îranê li Îslamabadê bi tundî li ser vê mijarê disekine."
Hikûmeta Tehranê tekez dike, ew ê bi rêyên yasayî û navneteweyî hewl bidin ku qerebûya hemû ziyanên madî û canî yên şer werbigirin.
Şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de di 28ê Tebaxa borî de, bi êrîşên asmanî yên li ser axa Îranê dest pê kiribû. Di bersivê de, Supaya Pasdaran a Îranê jî bi rojane bi dron û mûşekan bingehên Amerîkayê yên li navçeyê û Îsraîl armanc girtin. Ev şer 40 rojan berdewam kir û niha her du alî di nav agirbesteke du hefteyî de ne ku ji bo destpêkirina danûstandinên aştiyê hatiye ragihandin.