Li Neynewayê goreke bikom a Pêşmergeyên dîl tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmên pispor amadekariyan dikin ku li parêzgeha Neynewayê goreke bikom vekin, ku guman heye termên hejmarek Pêşmergeyên dîl tê de bin.

Li gorî agahiyên ku Kurdistan24ê bi dest xistine, ev gor li sînorê parêzgeha Neynewayê hatiye dîtin û wekî yekem gora bikom a li vê deverê tê hejmartin ku tê texmînkirin termên Pêşmergeyên dîl tê de bin. Proseya vedana gorê û derxistina rûfatan dê ji aliyê tîmên hunerî û yasayî yên pispor ve were birêvebirin.

Di dema şerê dijî DAIŞê de, zêdetirî 50 Pêşmerge di eniyên cengê de dîl ketibûn destê wê rêxistinê. Her çiqas di wê demê de nûçeyên derbarê şehîdkirina hinek ji wan de hatibûn belavkirin, lê heta niha çarenivîsa beşeke mezin a wan nediyar e. Ev pêngava nû ji bo malbatên wan bûye hêviyek ku çarenivîsa zarokên wan eşkere bibe.

Ev yek di demekê de ye ku beriya niha, di 13ê Sibata 2025an de, Rêvebera Beşa Gorên Bikom a Iraqê Yasemîn Munzir ragihandibû, li Hewîceyê jî goreke bikom hatiye dîtin û li wir jî gumana hebûna termên Pêşmergeyan heye.

Kesûkarên Pêşmergeyên winda ev çend sal in li bendê ne ku nûçeyeke fermî derbarê nasnameya termên hatine dîtin de bibihîsin. Hat ragihandin, piştî vedana gorê û derxistina terman, dê nimûneyên DNAyê werin girtin da ku bi awayekî zanistî nasnameya qurbaniyan were piştrastkirin.