Deriyê Kêlê ji bo geştyaran hat vekirin û çûnûhatina bi Îranê re asayî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî rawestîneke 45 rojî, çûnûhatina geştyaran di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de li Deriyê Sînorî yê Kêlê careke din dest pê kir. 

Çûnûhatina geştyaran li Deriyê Sînorî yê Kêlê yê li qezaya Pişderê asayî bû. Beriya niha deriyên Hacî Omeran (Hewlêr), Başmax, Pişta, Seyranben û Şuşmê (Silêmanî û Helebce) ji bo geştyaran hatibûn vekirin, lê vekirina Kêlê ji ber pirsgirêkên teknîkî û pergala elektronîk a li aliyê Îranê çend rojan hatibû paşxistin.

Deriyê Kêlê ku tenê 28 kîlometreyan ji navenda Qeladizê dûr e, niha wekî deriyekî "nîv-fermî" tê hejmartin. Dîroka bazirganiya li vê derê vedigere sala 1991ê û sal bi sal qebareya wê zêde dibe.

Li gorî amarên fermî, qebareya bazirganiya salane ya di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de li ser vî derî, di navbera 100 heta 150 mîlyon dolarî de ye. Rojane nêzîkî 150-200 barhilgir ji Îranê baran derbasî Herêma Kurdistanê dikin ku zêdetir, sebze, fêkî û keresteyên avahîsaziyê ne.

Ev du sal in ku çûnûhatina geştyaran bi pasaportan û bi awayekî fermî li Deriyê Kêlê dest pê kiriye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hewlên berdewam de ye ku bi Hikûmeta Federal a Iraqê û Komara Îslamî ya Îranê re li hev bike, da ku pêgeha Kêlê ji "nîv-fermî" bibe "navneteweyî û fermî". Ji bo vê armancê jî, li aliyê Herêma Kurdistanê hemû amadekariyên pêwîst hatine kirin.