Gideon Sa'ar: Armanca me aştî û asayîkirina peywendiyan ligel Libnanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îsraîlê ragihand ku, welatê wî dixwaze bigihîje lihevkirina aştiyê û asayîkirina peywendiyan ligel Libnanê. Tekez jî kir ku, tu arêşeyeke mezin di navbera her du dewletan de nîne û tenê astenga li pêşiya aştiyê hebûna Hizbulahê ye.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar îro (Sêşem, 14ê Nîsana 2026ê), tenê çend saetan berî destpêkirina danûstandinên di navbera Libnan û Îsraîlê de li Waşintonê, di konferansekî rojnamevaniyê de got: "Em dixwazin bigihîjin aştiyê û asayîkirina peywendiyan ligel dewleta Libnanê. Tu duberekiryeke mezin di navbera me de nîne, arêşeya sereke Hizbulah e."
Wezîrê Derve yê Îsraîlê amaje bi wê yekê kir ku, danûstandinên Waşintonê dê li ser du bingehên sereke bin; Ya yekê ragihandina daxwaza Libnanê ji bo aramkirina rewşê û ya duyê jî tekezkirina li ser wê yekê ye ku çalakiyên Hizbulahê neqanûnî ne.
Biryar e her îro, ji bo car yekê piştî gelek dehsalên hevrikiyê, balyozên Libnan û Îsraîlê li bingeha Wezareta Derve ya Amerîkayê li Waşintonê bicivin. Ev pêngav piştî wê yekê tê ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu razîbûna xwe li ser danûstandina rasterast diyar kir û ragihand ku, armanca wan bêçekkirina Hizbulahê û avakirina peywendiyeke aştiyane ye.
Ev werçerxana dîplomatîk piştî pêşengiya Serokê Libnanê Joseph Aoun tê, ku li roja 9ê Adarê ragihandibû. Projeya Aoun tekezê li ser agirbesteke giştgir, piştgirîkirina artêşa Libnanê ji bo kontrolkirina deverên sînorî, destdanîna li ser çekan li deverên aloz û destpêkirina danûstandinên rasterast ligel Îsraîlê dike.