Îsraîl û Libnanê li ser destpêkirina danûstandinên rasterast bo aştiyê li hev kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Îsraîl û Libnan ji bo destpêkirina danûstandinên rasterast li hev kir. Ev jî wekî bizava yekê ya dîplomatîk a asta bilind di navbera wan de tê dîtin, da ku bigihîjin aştiyeke giştgir û tenahiya herêmî.
Wezareta Derve ya Amerîkayê îro (Sêşem, 14ê Nîsana 2026ê) mêvandariya civîneke sêalî ya dîrokî kir, bi amadebûna şandên bilind ên Îsraîl û Libnanê û bi çavdêriya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio.
Li gorî daxuyaniya hevpar a wan her sê welatan, di civînê de danûstandinên berhemdar li ser pêngavên destpêkirina danûstandinên rasterast di navbera Îsraîl û Libnanê de hatine kirin.
Helwesta Amerîkayê:
Di wê ragihandinê de hatiye gotin ku, Waşintonê hêvî xwest ku ev danûstandin bibin sedema aştiyeke giştgir. Herwesa Amerîkayê tekez li ser mafê Îsraîlê kir, ku li dijî êrîşên Hizbulahê berevaniyê ji xwe bike. Tekez jî kir, “Her lihevkirineke ji bo rawestandina şer, divê tenê di navbera herdu hikûmetan de û bi navbeynkariya Amerîkayê be.”
Helwesta Îsraîlê:
Aliyê Îsraîlî piştgiriya xwe ji bo bêçekdarkirina hemî koman û hilweşandina jêrxaneya wan koman li Libnanê diyar kir. Îsraîlê herwesa pabendbûna xwe nîşan da ku, ligel hikûmeta Libnanê kar bike, bi merema parastina ewlehiya welatiyên herdu welatan û gihîştina bi aştiyeke berdewam ku tenahî û pêşxistinê ji bo deverê peyda bike.
Helwesta Libnanê:
Ji aliyekî din ve jî, aliyê Libnanî ragihand ku divê yekparçeyiya ax û serweriya tam a welat parastî be. Herwesa daxwaza agirbesteke demlidest û bicihanîna rêkarên kiryarkî ji bo sivikkirina wê qeyrana mirovî ya giran ku ji ber pevçûnanên berdewam gihîştine wî welatî.
Li gorî wê daxuyaniya hevpar, hemî aliyan li ser destpêkirina danûstandinên rasterast di dem û cihên guncayî de li hev kir, ku dê li paşerojê diyar bikin.
Herwesa alî li wê bawerê ne ku, ev pêvajoya danûstandinan dê bibe sedema vekirina deriyê hevkariyên navneteweyî ji bo avedankirina Libnanê û peydakirina derfeta veberhênanê ji bo herdu welatan.