Wezareta Navxwe li ser cezayê bidawîhatina îqame û vîzeyên biyaniyan çend biryaran derdixe
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku lêborîneke giştî ji cezayên darayî ji bo wan biyaniyan der bixe yên ku ji ber rewşa ewlehî û şer, dema îqame an vîzeyên wan derbaz bûye. Li gorî rênimayiyên nû, ew kesên ku piştî 28ê Sibata 2026ê rûbirûyî vê pirsgirêkê bûne heta 30ê Nîsana 2026ê derfeta wan heye ku bêyî dayîna cezayan vegerin Herêmê, geşta derve bikin an vîzeyên xwe ji bo îqameyê biguherin.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 14ê Nîsana 2026ê) daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku, bi armanca alîkarî û hêsankariyê ji bo wan biyaniyên ku ji ber rewşa şer nekariye geştê bikin an îqameyên xwe nû bikin, biryar li ser lêborînê ji cezayên darayî da, bi vî awayê xwarê:
Yek; Bo wan kesên ku îqameyên wan bi ser ve çûne û li derveyî Herêma Kurdistanê ne:
Ewên ku piştî 28ê Sibata 2026ê îqameyên wan bi ser ve çûne dikarin heta 30ê Nîsana 2026ê bi eynî kartê vegerin Herêmê û bêyî ceza îqameyên xwe nû bikin. Piştî vê dîrokê, pêdivîtiya wan dê bi vîzeya nû hebe.
Du; Bo wan kesên ku dixwazin geşta derve bikin:
Ew biyaniiyên ku îqame yan pasaportên wan bi ser ve çûne û nekariye geştê bikin heta 30ê Nîsana 2026ê dikarin bêyî dayîna cezayê darayî mora derketinê werbigirin û geştê bikin. Herwesa ew kesên ku belgeyên wan hene ku karûbarên nûkirina pasaportên wan ji ber şer paş ketine, ji cezayan tên efûkirin.
Sê; Bo geştiyarên xwedî vîze:
Ew geştiyarên ku piştî 28ê Sibata 2026ê vîzeyên wan bi ser ve çûne dikarin heta 30ê Nîsana 2026ê bêyî ceza bi rêya balafirxane û deriyan biçin derve. Ewên ku dixwazin vîzeyên xwe jî ji bo îqameyan biguherim, bêyî ceza û li gorî rênimayiyan dê serderî pê re bê kirin.
Tenê heta dawiya meha Nîsana 2026ê kar bi vê biryarê tê kirin, lewma divê ew kes ji bo birêvebirina karûbarên xwe di dema diyarkirî de serdana birêvebiriyên pêwendîdar bikin.