Li Tehranê çend teqîn rû dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa "Fars" a Îranê belav kir, berbanga îro dengê çend teqînên bi hêz li rojavayê Tehranê hatiye bihîstin; hevdem zanyariyên destpêkê behsa armancgirtina xaleke kontrolê ya ewlehiyê dikin.
Ajansê diyar kir, wesayîteke bombekirî li nêzî xaleke kontrolê ya hêzên "Besîc" a li taxa "Ceyhûn" ya li rojavayê Tehranê teqiyaye. Li gorî ajansê, teqîneke din jî beriya teqîna xala kontrolê rû daye û xala "Îmam Xumeynî" ya di navbera her du herêmên "Ceyhûn û Yadeşt" de kiriye armanc.
Ji aliyekî din ve, ajansa "Fars" ragihand, teqîn bi sedema bombeyeke destçêkirî li herêma 10emîn a Tehranê rû daye û tenê ziyanên madî jê derketine, bêyî ku ti kes birîndar bibe.
Lê belê, çavkaniyên herêmî destnîşan kirine ku ji ber teqînê 3 kes birîndar bûne, camên pencereyên 3 xaniyan şikestine û ziyan gihîştiye du wesayîtan jî.