Artêşa Amerîkayê: Benderên Îranê bi temamî hatine dorpêçkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Amerîkayê ragihand, hemû benderên Îranê bi temamî hatine dorpêçkirin û çûnûhatina bazirganiya deryayî ya ji bo hundir û derveyî wî welatî bi awayekî giştî rawestiyaye.

Fermandeyê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Jenerał Brad Cooper di daxuyaniyekê de ragihand: "Dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê bi temamî ketiye warê cibicîkirinê û hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn xwedî serweriya deryayî ye."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, li gorî texmînan, sedî 90ê aboriya Îranê pişta xwe bi bazirganiya deryayî ya navneteweyî girê dide. Cooper dibêje: "Di kêmtirî 36 saetan de piştî destpêkirina dorpêçê, hêzên Amerîkayê karîn çûnûhatina bazirganiya deryayî ya Îranê bi temamî pek bînin."

Ev biryar piştî wê yekê hat, Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Yekşemê dorpêçkirina benderên Îranê ragihandibû. Ev gav wekî bertekekê li hember têkçûna xula danûstandinên navbera her du aliyan hat avêtin, ku roja Şemiyê li Îslamabada paytexta Pakistanê birêve çûbûn.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) beriya niha ragihandibû: "Di 24 saetên yekem de tI keştiyê nekarî dorpêça Amerîkayê bişkîne." Herwiha hat diyarkirin, 6 keştî li gorî rênimayên hêzên deryayî yên Amerîkayê tevgeriyane û vegeriyane benderên Îranê.

Ev dorpêç bûye sedema nîgaranî û nearamiyeke mezin ji bo kompanyayên keştiyan, petrol û sîgorteya metrsiyên şer. Çavkaniyên nûçeyan didin xuyakirin ku çûnûhatina li Tengava Hurmizê daketiye asteke pir kêm; beriya destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê di 28ê Sibatê de, rojane nêzîkî 130 geştên deryayî di vê tengavê de dihatin encamdan.