Supaya Pasdaran: Ewlehiya benderan yan dê ji bo hemûyan be, yan jî dê ji bo ti welatî nebe

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Biryargaha Navendî ya Xatemul Enbiya ragihand, dorpêça deryayî ya Amerîkayê "çetegerî" ye û hişyarî da ku heke benderên Îranê di metrsiyê de bin, ew ê rê nedin ti benderên navçeyê di ewlehiyê de bimînin.

Piştî ku 48 saet di ser cîbicîkirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê re derbas bûn, Îranê bi daxuyaniyeke tund gef li hêzên Amerîkayê û welatên navçeyê xwar. Berdevkê Biryargaha Navendî ya Xatemul Enbiya ya ser bi Supaya Pasdaran ve Ibrahîm Zulfeqarî di peyamekê de ragihand: "Sepandina dorpêça deryayî ji aliyê Amerîkayê ve li Kendav û avên navneteweyî derqanûnî ye û mînaka çetegeriya deryayî ye."

Zulfeqarî bi biryardarî hişyarî da artêşa Amerîkayê û got: "Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî eşkere radigihînin ku ewlehiya benderên li Kendav û Kendava Omanê, yan dê ji bo hemûyan be, yan jî dê ji bo ti welatî nebe." Zulfeqarî destnîşan kir, parastina serweriya Îranê di avên wê yên herêmî de, mafekî xwezayî û rewa yê gelê Îranê ye.

Berdevkê Biryargaha Xatemul Enbiya bal kişand ser çûnûhatina di Tengava Hurmizê de û got: "Wekî ku me gelek caran ragihandiye, keştiyên dijmin mafê wan ê derbasbûna ji Tengava Hurmizê tune ye û dê nebe jî. Keştiyên din jî li gorî pabendbûna wan bi biryarên hêzên çekdar ên Îranê, wekî berê dê destûra derbasbûnê bidin wan."

Îran he wiha amadekariyan dike ku piştî bidawîbûna şer jî kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmizê bi awayekî mayînde bidomîne. Zulfeqarî di dawiya gefên xwe de tekez kir: "Heke benderên Îranê li Kendav û Kendava Omanê rastî gefan werin, bila baş were zanîn ku ti bender li van her du kendavan di ewlehiyê de namînin."

Ev daxuyaniyên tund nîşan didin ku dorpêça Amerîkayê rageşiya li herêmê gihandiye asteke nû û metrsî heye ku şer ber bi benderên welatên din ên Kendavê ve jî berfireh bibe.