Trump: Bila kesek ji Papa re bibêje ku Îranê zêdetirî 40 hezar xwepêşander kuştine

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaza helwesteke tund a navneteweyî li dijî hikûmeta Tehranê kir. Trump got ku di xwepêşandanên dawî de, hêzên ewlehiyê yên Îranê 42 hezar xwepêşanderên bêçêk kuştine.

Donald Trump di peyamekê de li ser platforma "Truth Social" bang kir ku cîhan ji rûdanên navxweyî yên Îranê were agahdarkirin. Trump daxwaz kir ku peyama wî bigihîje Papa Leoyê 14emîn da ku bala raya giştî ya cîhanê bikişîne ser van binpêkirinan. 

Herwiha Trump ev kuştinên girseyî wekî "komkujî" pênase kirin û got ku nabe li hemberî van kiryaran bêdengî hebe.

Ev daxuyaniya Trump piştî wê yekê tê, di hefteyên borî de, Papayê bi tundî rexne li şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê girtibûn. 

Derbarê dosyaya çekê atomî de, Serokê Amerîkayê got: "Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku Îran bibe xwediyê bombeya atomî." Trump destnîşan kir ku rêgirtina li ber çekên atomî yên Îranê ji bo parastina aramiya navçeyê, di serê karên navneteweyî de ye.

Trump peyama xwe bi dirûşma "Amerîka vegeriya!" bidawî kir. Ev jî wekî nîşaneya dubare xurtbûna rola Amerîkayê di qada navneteweyî û biryardariya Washingtonê ya li hemberî Tehranê tê nirxandin.