Şaredariya Sûrê Meclîsa Ziman ava kir

Diyarbekir (K24) – Ji aliyê Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê ve hat ragihandin, di bin banê şaredariyê de Meclîsa Ziman hatiye avakirin û dê di hemû qadên jiyanê de ximzetên pirrzimanî bo civakê werin pêşkêşkirin. Hevserokê Şaredariya Sûrê bi taybetî bal kêşand ser qada geştiyariyê û da zanîn, Sûr navendek girîng a geştiyariyê te û geştiyar bi kîjan zimanî bixwazin dê rehberên şaredariyê xizmetê pêşkêşî wan bikin.

Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand, Meclîsa Ziman hatiye avakirin û di vê çarçoveyê de jî dê di qadên wek perwerdehî, aborî, geştiyarî , gihîştina zanyariyan, rewşên awarte de, di xizmetên tendirustiyê de , di parastina çand û nasnameyê de xizmeta pirrzimanî were dayîn. Rêvebirên Meclîsa Ziman a Şaredariya Sûrê dan zanîn ku bi vê xizmetê dê di jiyana rojane de bêhtir zimanê zikmakî derbikeve pêş ku bi taybetî jî dê bo zimanê kurdî sudbexş be.

Berdevkê Meclîsa Ziman a Şaredariya Sûrê Halîl Yana ji K24ê re got: “Ji biçûkan heta mezinan bi zimanê zikmakî ji bo ku xizmet were dayîn em xebatê dikin nav şaredariyê de, em dixwazin qreşan vekin bo zarokan, ji bo ku civak rêber û pêşengên xwe binasin emê xebatê bimeşînin, emê fêrgehên ziman bidin destpêkirin.”

Hevserokên Şaredariya Sûrê jî derbarê xizmetên pirrzimanî de bal kêşandin ser geştiyariya Sûrê û amaje kirin ku geştiyarên bixwazin ku bi zimanê wan rehberiya wan were kirin dê Şaredariya Sûrê rehberek bo wan dabîn bike.

Hevserokê Şaredariya Sûrê Adnan Orhan got: “Polîsên Geştiyariyê hene, zabiteyên me hene, lê em gihştin wê nêrînê ku têrê nake, emê jî kesên ku rehberan bixwazin bo wan rehberan dabîn bikin û bo zarokan jî dibistanan bidin vekirin.”

Welatiyên dema bikevin nav avahiya Şaredariya sûrê û bixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî ximzetê bistînin, dê ji aliyê Meclîsa Ziman ve werin pêşwazîkirin û bi kîjan zimanî bixwazin dê bi wî zimanî xizmet bo wan were pêşkêşkirin.