Îsmaîl Beqayî: Çekê atomî yê Îranê nîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, helwestên herî dawî yên welatê xwe yên derbarê mijarên herêmî û navneteweyî de pêşkêş kirin û ragihand; tevî hemû rageşiyan, proseya pevguhertina peyaman di navbera Tehran û Washingtonê de heta niha jî berdewam dike.
Beqayî îro 15ê Nîsanê di konferanseke rojnamevanî de destnîşan kir, Îran û Amerîka bi rêyên cuda peyam ji hev re şandine. Derbarê daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump de, Beqayî got ku Trump behsa wêrankirina Îranê dike, lê wî tekez kir ku armanca Tehranê di her danûstandinekê de, bidawîkirina şer û wêrankeriyê ye.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê tekez kir, welatê wan ne xwediyê çekên atomî ye. Herwiha aşkere kir, Îranê daxwaza qerebûkirina hemû wan ziyanên ku di encama şer de gihîştine welatê wan, kiriye.
Derbarê peywendiyên herêmî de, Îsmaîl Beqayî ragihand, niha bi mebesta encamdana danûstandinan, ew ligel Pakistanê di nav gotûbêjan de ne; ev yek jî wekî hewldanekê ji bo xurtkirina aramiya li herêmê pênase kir.