Îşev Çarçoveya Hevahengiyê biryarê li ser berbijarê posta Serokwezîrê Iraqê dide
Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî zanyarên oeyamnêrê Kurdistan24ê, di civîna îşev a Çarçoveya Hevahengiyê de Nûrî Malikî ji berbijarbûna ji bo posta serokwezîrtiya Iraqê vedikişe.
Çavkaniyekê ji Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan îro (Çarşem, 15ê Nîsana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Nûrî Malikî razî bûye ku ji berbijarbûna ji bo posta Serokwezîrtiyê Iraqê vekişe û li şûna xwe Serokê Desteya Lêpirsîn û Dadperweriyê Basim Bedrî ji bo berbijarbûnê destnîşan kiriye.
Çavkaniya navbirî eşkere jî kir ku, biryar e îşev di civîna Çarçoveya Hevahengiyê de vê pêşniyarê bide serkirdeyan, lê heta niha di nav Çarçoveya Hevahengiyê de li ser berbijarbûna Basim Bedrî lihevkirin nehatiye kirin.
Her wê çavkaniyê ron jî kir ku, yekalîkirina navê Basim Bedrî di nav Çarçoveya Hevahengiyê de an dê bi rêya lihevkirinê be an jî dê bi dengdana piraniyê bê kirin.
Wê çavkanî amaje bi wê yekê jî da ku, biryar e saet heştê îşev civîna Çarçoveya Hevahengiyê ji bo vê mijarê bê lidarxistin. Heke tu pêşhateke nû neyê pêş, ew civîn dê di dema xwe de bê kirin.