Pakistan peyameke nû ya Waşintonê digihîne Tehranê

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Artêşa Pakistanê wekî hilgirê peyameke nû ya Waşintonê gihîşt Tehranê. Ev serdan jî di çarçoveya bizavên zêde yên Pakistanê ji bo navbeynkariyê û rêgirtina li têkçûna danûstandinên aştiyê de tê. Ev serdana Asim Munîr di demekê de ye ku, çavkaniyên Amerîkayî behsa "pêşkeftineke berçav" di navbera danûstandinkerên herdu aliyan de ji bo gihîştina bi lihevkirine çarçoveyî dikin.

Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku, îro (Çarşem, 15ê Nîsana 2026ê) Tehran pêşwaziya şandeke bilind a Pakistanê bi serokatiya fermandarê artêşa wî welatî Asim Munîr dike. Ev serdan piştî wê yekê tê ku, Îranê piştrast kir ku lihevguhertina peyaman ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi rêya Pakistanê berdewam e.

Wezîrê Derva yê Îranê Ebas Iraqçî pêşwaziya wê şandê kir. Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku, şanda Pakistanî peyameke nû ya Waşintonê ji bo berpirsên Tehranê hilgirtiye. Ev jî piştî wê yekê tê ku, danûstandinên dawiya heftiya borî li Îslamabadê ji bo bidawîanîna şer, bêyî gihîştina bi lihevkirineke dawiyê bi dawî bûbûn.

Çavkaniyeke haydar ji ajansa "Tesnîm"ê ya Îranî ragihand ku, biryara dawiyê li ser destpêkirina gera nû ya danûstandinan ligel Amerîkayê dê piştî nirxandina encamên hevdîtinên îro yên Asim Munîr ligel berpirsên bilind ên Îranê bê dan.

Wê çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku, binecihbûna agirbestê li Libnanê wekî nîşaneke pozîtîf ji bo biryara Îranê li ser berdewamiya danûstandinan tê dîtin.

Tehran tekez dike ku, divê Waşinton pabendî çarçoveyeke lojîkî be û xwe ji "daxwazên zêde" yan binpêkirina wan sozên ku berî agirbestê dabûn dûr bixe.

Di demekê de ku medyaya Amerîkayî behsa xwesteka Waşintonê ji bo destpêkirina bilez û yekser a danûstandinan dike, şanda Îranî tekezê li ser liberçavwergirtina çend bingehên sereke dike ku bêyî wan tu danûstandineke lojîkî nayê kirin.

Berpirsên Amerîkayî jî her îro ji bo "Axios"ê eşkere kir ku, danûstandinkerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê di danûstandinên roja Sêşemê de pêşkeftineke berçav bi dest xistiye. Ev pêşkeftin herdu aliyan nêzîkî îmzekirina lihevkirineke çarçoveyî ji bo bidawîanîna şerê di navbera wan de dike.

Ev tevgera dîplomatîk a nû nîşan dide ku, tevî astengan herdu aliyên Amerîkayî û Îranî bi rêya navbeynkaran hîn jî di bizava dîtina deriyekî de ne ji bo gihîştina bi lihevkirina çarçoveyî berî bidawîbûna dema agirbestê.