Koçka Spî: Gera nû ya danûstandinan li Îslamabadê birêve diçe
Wezîrê Darayî yê Amerîkayê: Waşintonê biryar daye ku destûriya bazirganiya petrolê bo Rûsyayê nû neke û darayiyên Artêşa Pasdaran asteng bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Koçka Spî ragihand ku, tu biryarek ji bo dirêjkirina wê agirbesta ku dema wê 21ê Nîsanê ye nîne û divê Îran şertên Amerîkayê qebûl bike. Wezareta Darayî ya Amerîkayê jî biryar da ku, destûriyên demkî ji bo petrola Rûsyayê rawestîne û hemî darayiyên Artêşa Pasdaran di bankên cîhanê de asteng bike.
Sekretera Rojnamevaniyê ya Koçka Spî Caroline Levitt îro (Çarşem, 15ê Nîsana 2026ê) di konferansekê de ragihand: "Ew nûçeyên ku behsa razîbûna Amerîkayê ji bo dirêjkirina agirbestê dikin ji rastiyê dûr in." Tekez jî kir ku, her çend danûstandin bi rêya Pakistanê wekî yekane navbeynkar berdewam in, lê tu biryareke fermî ji bo dirêjkirina dema 21ê Nîsanê nehatiye dan.
Li ser zarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump jî got: "Dirêjkirina agirbestê di karnameya me de nîne û divê Îran şertên me qebûl bike."
Sekretera Rojnamevaniyê ya Koçka Spî piştrast kir ku, dorpêça deryayî bi tevahî hatiye bicihanîn û hêzên Amerîkayê rêyê li her keştiyekê digirin ku bixwaze li benderên Îranê yên li Kendavî û Deryaya Omanê hatin û çûnê bikin.
Herwesa ligel tundkirina cezayan ragihand ku, ew amadekariyan ji bo gera duyê ya danûstandinên aştiyê bi aliyê Îranî re dikin. Herwesa got: "Danûstandin di wî warî de berdewam in û hîseke me ya baş heye li ser îhtîmala gihîştina bi lihevkirinê." Amaje bi wê yekê jî kir ku, îhtîmaleke mezin heye ku gera bê ya danûstandinan jî her li Îslamabada paytexta Pakistanê bi rê ve biçe.
Caroline Levitt eşkere kir ku, Serokê Çînê Xi Jinping Trump piştrast kiriye ku wekî bersiveke ji bo zextan ew êdî çekan nade Îranê.
Ji aliyekî din ve jî, Sekretera Rojnamevaniyê ya Koçka Spî bal kişand ser serkeftina siyaseta aborî ya Trump û ragihand ku, kêmkirina dîrokî ya bacan bûye sedem ku 3.400 dolar ji bo her malbateke Amerîkayî vegerin. Ev pêşkeftina aborî wekî hêzeke piştgir ji bo îdareya Trump tê dîtin, daku di danûstandinên navneteweyî de pêgehekî bihêz hebe.
Wezîrê Darayî yê Amerîkayê Scott Bessent jî, ku tevlî konferansa rojnamevaniyê ya Caroline Levitt bûbû, ragihand ku, Waşinton bi tu awayî dema destûriya demkî di cezayan de nû nake, ku rêyê dide firotina wê petrola Rûsyayî ya ku niha di nav deryayê de ye.
Wezîrê Darayî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê herwesa got: "Em destûriya giştî ji bo petrola Rûsyayê nû nakin."
Ev biryar tenê rojekê piştî wê yekê tê ku Wezareta Darayî eynî biryarê ji bo petrola Îranê jî derxistibû. Berê Amerîkayê ev destûriyên demkî ji bo wê yekê bûn ku, bazara enerjiyê rûbirûyî şok û kurtanîna dabînkirina sotemeniyê nebe, ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, lê niha Waşintonê biryar daye ku wê zexta aborî zêde bike.
Scott Bessent amaje bi wê yekê jî kir ku, Amerîkayê dest bi astengkirina hemî pereyên Îranê û Artêşa Pasdaran li cîhanê kiriye. Bessent hişyarî jî da ku, her welatek an bankek ku bazirganiyê bi Îranê re bike dê rûbirûyî cezayên lawekî yên tund bibe.
Navbirî eşkere jî kir, “Ji ber serederîkirina bi Tehranê re, hişyariyeke tund bi du bankên Çînî hatibû dayîn.”