Îmaratê Karbidestê Balyozxaneya Iraqê gazî kir û yadaşteke nerazîbûnê radestî wî kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îmaratê Karbidestê Balyozxaneya Iraqê li welatê xwe ji ber wan êrişên "terorîstî" yên ku ji xaka Iraqê ve tên kirin gazî kir û yadaşteke tund a nerazîbûnê radestî wî kir.

Wezareta Derve ya Îmaratê îro (Çarşem, 15ê Nîsana 2026ê) Karbidestê Balyozxaneya Komara Iraqê li Îmaratê Omer Ebdulmecîd Ubeydî gazî kir û yadaşteke nerazîbûnê ya tund radestî wî kir.

Di wê yadaştê de Îmarat berdewamiya êrişên "terorîstî" ku ji xaka Iraqê ve ji aliyê kom û milîsên çekdar ên girêdayî Komara Îslamî ya Îranê ve tên kirin bi tundtirîn awa şermezar dike.

Îmaratê ragihandiye ku tevî ragihandina agirbestê, ew kom li ser êrişên xwe yên "bedkar" ji bo ser gelek dezgehên girîng li welatên Encûmena Harîkariya Kendavê berdewam in; ev yek jî wekî binpêkirineke eşkere ya serwerî û qada esmanî ya wan welatan û binpêkirina qanûnên navneteweyî û Peyamana Neteweyên Yekbûyî hatiye wesfkirin.

Ew yadaşt ji aliyê Rêveberê Pişka Karûbarên Erebî li Wezareta Derve ya Îmaratê Ehmed Cume Meraşîde ve hatiye radestkirin û tê de tekez hatiye kirin ku, "berdewamiya van êrişên Îranê û birîkarên wê gefan li aramiya deverê dikin û bizavên navneteweyî ji bo çespandina ewlehiyê leng dikin".

Herwesa Wezareta Derve ya Îmaratê hişyarî daye ku, ev êriş pêwendiyên Iraq û welatên Kendavê rûbirûyî astengiyeke gelekî hesas dikin û dê bandoreke nerênî li ser hevkariyan û pêwendiyên birayane yên di navbera Iraq û welatên Encûmena Harîkariya Kendavê de bike.