Trump: Danûstandinên Îsraîl û Libnanê piştî 34 salan dest pê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, biryar e îro 16ê Nîsanê danûstandin di navbera Îsraîl û Libnanê de pêk werin. 

Donald Trump di peyamekê de li ser platforma "Truth Social" aşkere kir, hewleke mezin ji bo aramkirina rewşê heye û ragihand: "Em hewl didin qada nefeskêşanê di navbera Îsraîl û Libnanê de biafirînin."

Trump bal kişand ser giringiya dîrokî ya vê gavê û got: "Demeke dirêj e serkirdeyên her du welatan bi hev re neaxivîne, ku nêzîkî 34 salan dike, lê ev danûstandin dê îro Pêncşemê rû bide."

Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku çendîn çavkaniyên nûçeyan amaje bi wê dikin ku rêkeftina agirbestê ya di navbera Îsraîl û Libnanê de pir nêzîk bûye; ev jî piştî çendîn hefteyên şer û rûbirûbûnên dijwar ên di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullaha Libnanê de tê.

Ji aliyekî din ve, berpirsekî pilebilind ê Amerîkayê ji "Sky News Arabia" re ragihand; Trump pêşwaziyê li dawîanîna li kiryarên dijminane yên li Libnanê dike, wekî beşek ji rêkeftineke aştiyê ya muhtemel a ligel Îsraîlê. Wî berpirsî tekez kir, Trump daxwaza agirbestê ji Îsraîlê nekiriye û vê mijarê wekî beşek ji danûstandinên bi Îranê re nahesibîne, lê belê wê wekî gaveke erênî ji bo gihîştina aştiya li navçeyê dibîne.