Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed li Şamê bi Ehmed Şera re civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re civiyan.
Li gorî medyaya Sûriyeyê, Ehmed Şera îro 16ê Nîsanê li Şamê bi Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed civiya. Di civînê de, Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Şeybanî û Nûnerê Serokatiyê yê ji bo cibicîkirina Peymana 29ê Çileyê Ziyad Ayiş jî amade bûn.
Diyar kir jî, di civînê de, gotûbêj li ser temamkirina proseya yekkirina di nav saziyên dewletê de hatin kirin û rêyên xurtkirina hevahengiyê û şopandina gavên girêdayî yekkirina pêkhateyên îdarî û leşkerî di nav saziyên dewletê de hatine nirxandin.