SOMO: Iraqê yekem barê patrolê bi rêya bendera Baniyasê hinardeyî Ewropayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya Bazarkirina Petrola Iraqê (SOMO) ragihand, yekem barê petrola Iraqê bi rêya bendera Baniyasê ya Sûriyeyê. ber bi bazarên Ewropayê ve hat şandin. Kompanyayê tekez kir, ew hewl didin dergehên hinardekirinê piralî peyda bikin, da ku karîna bazarkirina petrola xam a Iraqê di asta cîhanî de bilind bikin.

Rêveberê Giştî yê kompanyaya (SOMO) Elî Nizar îro 16ê Nîsanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: "Îro yekem barê petrola reş a Iraqê li ser keştiyeke veguhestina petrolê hat barkirin, piştî ku berê li parzûngeha Baniyasê ya li Sûriyeyê hatibû valakirin. Biryar e ev bar bi rêya Deryaya Navîn bigihîje destê bikarhêner û parzûngehên Ewropayê."

Nizar diyar kir: "Ev gav xwedî giringiyeke stratejîk a pir mezin e, ji bo vekirina rêyeke nû ya bazarkirinê ku di paşerojê de mirov dikare pişta xwe pê girê bide. Herwiha di bin siha şert û merc û qeyranên niha yên navçeyê de, ev rê wekî dergehekî jiyanî tê hejmartin."

Rêveberê Giştî yê SOMO tekez kir, kompanya dê bi vê serkeftinê tenê raneweste, lê belê bi hemû hêza xwe dixebite, da ku rêjeya hinardekirinê zêde bike; tevî hemû astengiyên lojîstîkî, hunerî û ewlehiyê yên ku dibe ku di proseyên barkirin û veguhestinê de rû bidin.

Ji aliyê xwe ve, ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) piştrast kir, Kompanyaya Petrolê ya Sûriyeyê bi awayekî kiryarî dest bi barkirina yekem karwanê petrola reş a Iraqê li bendera Baniyasê kiriye. Ev di çarçoveya amadekariyan de ye ji bo hinardekirina wê bi rêya keştiyeke taybet ber bi armanca wê ya dawî ya li Ewropayê.