Amerîka: Hêzên me li Rojhilata Navîn bo her îhtîmalekê amade ne

Pete Hegseth
Pete Hegseth

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Berevanîyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Pete Hegseth peyameke tund arasteyî Tehranê dike û radigihîne ku, Waşintonê zanyarên hûr li ser cihê heşargehên çekên Îranê heye û daxwazê ji wî welatî dike ku "bi zanatî" biryarê bide.

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Pete Hegseth îro (Pêncşem, 16ê Nîsana 2026ê) ragihand: "Îranî her roj pêngavên serkeftî yên serbazên me dibînin. Peyama min ji bo serbazên Amerîkayî ew e ku bihêzî bimînin, ji ber ku hûn nîşanî hemî cîhanê didin ku manaya şerkerê Amerîkayî çi ye."

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê amaje bi wê yekê jî kir ku, welatê wî ji aliyê serbazî ve zexteke zêde xistiye ser Tehranê. Herwesa got: "Niha tenê bi 10% ji şiyanên xwe me Îran dorpêç kiriye. Em dizanin Îran çekên xwe li kîjan cihan vedişêre."

Hegseth di peyama xwe de daxwaz ji berpirsên Komara Îslamî ya Îranê kir ku rêya dîplomasî û lihevkirinê hilbijêrin û tekez kir: "Peyama me bo Îranê ew e ku bi zanatî biryarê bidin. Baştir e ku ew lihevkirinê hilbijêrin, ji ber ku lihevkirin di berjewendiya xelkê Îranê û hemî cîhanê de ye."

Ev daxuyaniya Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê di demekê de tê ku, Amerîka ji bo parastina aramiya deverê şertên giran dadine û amadekariyan ji bo her îhtîmalekê dike. Herwiha hatibû ragihandin ku, darayiyên Artêşa Pasdaran tên astengkirin û destûrîya bazirganiya petrolê jî ji bo Rûsyayê nayê nûkirin daku zextên aborî û serbazî bigihîjin lûtkeyê.