Serok Barzanî: Divê Kerkûk bibe bajarek ku nimûneya pêkvejiyan û biratiya pêkhateyan be
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî tekez kir ku, divê Kerkûk bibe bajarek ku nimûneya pêkvejiyan û biratiya pêkhateyan be. Herwesa got: “Em bi tu awayan bi wê yekê re nînin ku, bi rêya berdewamkirina sefeqatên gumanbar ên Hotêla Reşîdê lîstik bi çarenivîsa Kerkûkiyan bên kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 16ê Nîsana 2026ê) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maxim Rubin kir.
Baregaha Barzanî belav kir ku, di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Rûsyayê tevî tekezkirina li ser pêwendiyên kûr, stratejîk û demdirêj ên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de, rêz û hurmetên xwe ji bo helwesta hevseng a Herêma Kurdistanê û parastina aramiyê hebûn.
Konsulê Giştî yê Rûsyayê herwesa ragihand: Welatê wî girîngiyeke zêde dide pêgeh û bandora Serok Barzanî û hêvî xwest ku pêwendiyên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de pêşkeftineke zêdetir bi xwe ve bibînin.
Konsulê Rûsyayê herwesa nêrîna welatê xwe li ser guhertin û bûyerên deverê jî berçav kirin û amaje bi wê yekê kir ku, Rûsya dixwaze nerîna Serok Barzanî li ser bûyer û pêşhatên deverê bizane.
Serok Barzanî jî ji aliyê xwe ve tekez li ser berfirehkirina pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de kir.
Serok Barzanî amaje bi dawî pêşhat û guhertinên deverê jî da û ragihand: “Herêma Kurdistanê tu carî bi hebûna şer û aloziyan re nebûye û di wê baweriyê de ye ku, tu pirsgirêk bi rêya şer û hevrikiyên leşkerî nayên çareserkirin û divê arêşe bi rêya danûstandin û dîplomasiyê bên çareserkirin.”
Serok Barzanî tekez li ser wê yekê jî kir ku, Herêma Kurdistanê tu carî nebûye û nabe parek ji wan şer û têhelçûnên ku li deverê hene û piştgiriya tu liv û tevgerên leşkerî û şerekî li deverê nekiriye.
Eşkere jî kir: "Mixabin tevî van helwestên me yên ron û eşkere, zilmekî zêde li Herêma Kurdistanê hatiye kirin û ji ber êrîşa berfireh a bi mûşek û dronan û hejmareke welatiyên Herêma Kurdistanê şehîd û birîndar bûne."
Serok Barzanî di pareke din a axaftina xwe de li ser pirsa parêzgeha Kerkûkê jî got: “Em li wê baweriyê ne ku divê Kerkûk bibe bajarek ku nimûneya pêkvejiyan û biratiya pêkhateyan be, û PDK her tim bi mafên hemî pêkhateyan re bûye û gelek caran ji bo pêkhateyan û xelkê din dest ji mafên xwe berdaye û qurbanî bi destkeftiyên xwe daye.
Serok Barzanî ew yek jî tekez kir ku, ew bi tu awayî bi wê yekê re nînin ku bi rêya berdewamkirina sefeqatên gumanbar ên Hotêla Reşîdê lîstik bi îradeya dengdêrên Kerkûkê û çarenivîsa Kerkûkiyan bên kirin.