Trump: Libnan û Îsraîlê li ser nexşerêya aştiyê li hev kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê ragihand ku, piştî hejmareke danûstandinên erênî û dirêj ligel serkirdeyên Libnan û Îsraîlê, her du alî gihîştin lihevkirineke fermî ji bo ragihandina agirbestê ji bo dema 10 rojan, bi armanca zemînesaziyê ji bo bidestxistina aştiyeke herdemî li deverê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Pêncşem, 16ê Nîsana 2026ê) bi rêya hesabê xwe yê fermî li ser tora civakî ya "Truth"ê ragehandineke girîng li ser rewşa ewlehî û siyasî ya di navbera Îsraîl û Libnanê de belav kir.
Donald Trump amaje bi wê yekê jî kir ku, wî danûstandinên "nimûne û berhemder" ligel Serokê Libnanê Joseph Aoun û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kirine.
Li gorî ragehandina Serokê Amerîkayê, her du welatan razîbûna xwe nîşan daye ku ji bo misogerkirina aştiyê agirbesteke fermî ji bo dema 10 rojan rabigihînin, ku biryar e saet 5ê êvarê bi dema navxweyî ya Amerîkayê bikeve warê bicihanînê.
Trump tekez li ser wê yekê jî kir ku, li roja Sêşema borî, ji bo cara yekê di 34 salên borî de, Îsraîl û Libnan li Waşintonê bi amadebûna Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio civiyane.
Donald Trump bi şanazî amaje bi wê yekê kir ku, di karwanê xwe yê siyasî de kariye 9 şeran li ser asta cîhanê bisekinîne û ev bizava xwe ya nû jî wek "şerê dehê" binav kir ku bi dawî tîne; wek amajeyekê ji bo pabendbûna Waşintonê bi tenakirina deverê di bin dirûşma "Werin em bikin" de.