Mihemed Seman wekî Parêzgarê Kerkûkê hat hilbijartin

Mihemed Seman
Mihemed Seman

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di civîna xwe ya îro de destberdana Rêbwar Teha ji posta Parêzgarê Kerkûkê pejirand, herwesa bi piraniya dengên endamên wê encûmenê Serokê Eniya Tirkmenî Mihemed Seman wekî Parêzgarê nû yê wî bajarî hat hilbijartin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro (Pêncşem, 16ê Nîsana 2026ê) di civîna xwe ya fermî de hejmareke guhertinên bingehîn di heykelê îdareya xwecihî ya wê parêzgehê de pejirand.

Di destpêka wê civînê de, Encûmenê bi rengekî fermî destberdana Rêbwar Teha ji posta Parêzgarê Kerkûkê pejirand, ku ev pêngav jî wekî pabendbûnekê bi wê lihevkirina siyasî bû ya ku li 10ê Tebaxa 2024ê li Hotêla Reşîdê ya Bexdayê di navbera YNK, Tevgera Babilyon û parek ji aliyên Erebî de hatibû îmzekirin.

Piştre, pêvajoya dengdanê ji bo hilbijartina parêzgarê nû bi rê ve çû; ji nav 14 endamên amadenûyî yên Encûmenê, 12 endaman deng dan Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê Mihemed Seman daku wekî parêzgarê nû yê Kerkûkê erkên xwe werbigire.

Di eynî civînê de, Encûmena Parêzgehê biryareke din da û Neşet Şawêz wekî Cîgirê Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hilbijart, bi merema temamkirina pêkhateya qanûnî û kargêrî ya wê encûmenê.

Li gorî zanyaran, pişkên YNKê di vê lihevkirinê de ev in:

- Avêsta Mihemed ji bo posta Qeymeqamê Navendî yê Kerkûkê.
- Ednan Hisên ji bo posta Qeymeqamê qezaya Daqûqê.
Li roja 10ê Tebaxa 2024ê, pêvajoya hilbijartina Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li Hotêla Reşîdê ya bajarê Bexdayê hatibû yekalîkirin.

Ev pêngav jî bi rêya Hevpeymaniya di navbera "Frakksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê", "parek ji nûnerên pêkhateya Erebî" û "nûnerê Tevgera Babilyonê" de hatibû kirin, di amadenebûna her yek ji "Partiya Demokrat a Kurdistanê", "Eniya Tirkmenî" û Hevpeymaniya Erebî de.