Desteya Mafên Mirovan: Redkirina çareseriyê bo Xezalê binpêkirineke mezin a qanûnî ye

Rewşenbîr, hunermend û çalakvanên medenî: Rêgirtina li çareserkirina Xezalê derketina ji exlaqê mirovî ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ya zêde li ser canjidestdana "Xezal Mewlan" ragihand, ku piştî birîndarbûna wê bi êrîşa bi dronan ji ber redkirina çareseriya pizîşkî li nexweşxaneyan û xemsariya îdarî, jiyana xwe ji dest da. Desteya navbirî daxwaza lêpirsîna qanûnî ji wan aliyan dike yên ku mafên destpêkî yên jiyanê ji wê mirovê zeft kirine.

Dosyeya canjidestdana "Xezal Mewlan", ew keça 18 salî ku di çend rojên borî de bi êrîşeke bi dronan li sînorê parêzgeha Silêmaniyê birîndar bûbû û piştre tu nexweşxaneyan ew qebûl nekir heta ku jiyana xwe ji dest da, pêleke tund a nerazîbûn û nîgeraniyê li ser asta dezgehên mafên mirovan û navendên rewşenbîrî li pey xwe aniye.

Helwesta Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 16ê Nîsana 2026ê) di ragehandineke fermî de amaje bi wê yekê kiriye ku, Xezal Mewlan piştî birîndarbûnê bi hinceta "nebûna pêdivîtiyan" û piştre jî bi hincetên qanûnî wekî "nebûna destûra polîsan ji bo çareseriya birîndarên bûyeran", ji aliyê çend nexweşxaneyan ve nehatiye wergirtin.

Desteya navbirî tekez dike ku, "çareserkirina nexweşan mafê herî destpêkê yê mirovan e û nabe bi tu hincetekê bê piştguhkirin." Herwesa rexneyên tund li rêgirtina li bicihanîna merasîmên olî û şûştina termê wê li mizgeftan girtin, ku berevajî bingehên urfî û olî wesif kiriye.

Her wê desteyê daxwaza pêkanîna lîjneyeke bilind ji Serokatiya Dozgeriya Giştî, Wezareta Tenduristiyê û aliyê ewlehiyê bi çavdêriya Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan dike, ji bo şopandin û lêkolîna li ser rastiya wê bûyerê û diyarkirina aliyê xemsar û veguhestina wê dozê ji bo aliyê qanûnî û piştre ragihandina encama wê ji raya giştî re.

Ragihandina Rewşenbîr, Hunermend û Çalakvanên Medenî

Herwesa eniyeke berfireh ji rewşenbîr û çalakvanên Başûrê Kurdistanê di ragehandineke hevpar de mirina Xezal Mewlan wekî "şehîdbûna keçeke şoreşger a Kurd" binav kir.

Wan bi taybetî navê nexweşxaneyên Bexşîn û Asyayê anîne û biryara qebûlnekirina wê birîndarê wekî "derketina ji exlaqê pizîşkî û şikandina sonda qanûnî" wesif kiriye.

Rewşenbîran amaje bi wê yekê kiriye ku, rênimayên Wezareta Tenduristiyê girêdayî "dosyeyên tawanê" ne, ne ku bi "berketiyên bombebaranên şer", lewma ew hincetên wan nexweşxaneyan ji bo rizgarnekirina jiyana Xezalê wekî neqebûlkirî dibînin.