Artêşa Libnanê Îsraîlê bi binpêkirina agirbestê tometbar dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Libnanê Îsraîlê bi kirina gelek "kiryarên şerxwazane" û binpêkirina lihevkirina agirbestê tometbar dike. Hevdem artêşa Îsraîlê hişyariyê dide welatiyên başûrê Libnanê ku, nêzîkî deverên başûrê rûbarê Lîtaniyê nebin. Wezareta Derve ya Amerîkayê jî tekezê li ser mafê Îsraîlê dike ku berevaniyê ji xwe bike.
Artêşa Libnanê îro (În, 17ê Nîsana 2026ê) ragihand, “Piştî çûna di warê bicihanîna agirbestê de li nîvê şeva Pêncşemê li ser Înê, gelek binpêkirinên cuda cuda ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine tomarkirin.
Artêşa Libnanê Îsraîl bi wê yekê tometbar kir ku, gelek "kiryarên şerxwazane" kirine û amaje bi wê yekê jî kir ku, bi awayekî navber-navber çend gund li başûrê Libnanê kirine armanc. Ji ber wan binpêkirinan jî, artêşa Libnanê daxwaz ji welatiyan kir ku vegera xwe ji bo gund û bajarokên başûrê welat paş bixin.
Ji aliyekî din ve jî, artêşa Îsraîlê hişyarî daye xwecihên başûrê Libnanê ku neçin deverên başûrê rûbarê Lîtaniyê û ronî kir ku, ligel destpêkirina agirbestê di navbera Îsraîl û Hizbulahê de, hêzên wan hîn li wan deveran belavkirî ne.
Lihevkirina agirbestê ya 10 rojî şevêdî çû di warê bicihanînê. Wezareta Derve ya Amerîkayê jî di daxuyaniyekê de amaje bi wê kir ku îhtîmala dirêjkirina agirbestê heye, lê tekez jî kir ku Îsraîlê "maf heye ku hemî rêkarên pêdivî ji bo berevanîkirina ji xwe bi cih bîne."
Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi wê yekê jî kir ku, ev beyanname bi razîbûna Îsraîl û Libnanê bûye û wekî yadaştnameyeke hevfêmkirinê ye li ser şertên wê agirbestê.