Ehmed Şera: Me qonaxa mezin ligel HSDê biriye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Sûriyeyê di Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê de nexşerêya nû ya welatê xwe eşkere kir. Şera herwesa ragihand ku, ew ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser têkelkirina hêzan gihîştine qonaxeke stratejîk, tekez jî kir ku êdî tu bingeheke leşkerî ya biyanî li bakurê Sûriyeyê nemaye.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera îro (În, 17ê Nîsana 2026ê) di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di paneleke taybet de li Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê nexşerêya siyasî û leşkerî ya welatê xwe ji bo qonaxa bê pêşkêş kir.
Ehmed Şera herwesa ragihand ku, Sûriye ji qonaxa veguhastina qeyranan derbaz bûye û ber bi wê yekê ve pêngav avêtine ku bibe pireke pêkvegirêdana welatên zilhêz.
Serokkomarê Sûriyeyê di derheqa peywendiyên Hikûmeta Sûriyeyê ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) eşkere kir ku, pêvajoya têkelkirina hêzan di çend qonaxan re derbaz bûye, ku li destpêkê di Adara borî de û piştre di Berçileya 2025ê de bi çavdêriya Amerîkayê lihevhatin li ser hatiye lihevkirin.
Ehmed Şera herwesa got: "Me qonaxa mezin biriye û ew pêvajo baş bi rê ve diçe. Niha pêdivîtiya me bi çavdêriya navdewletî nîne û her kes ber bi parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê ve pêngavan diavêje."
Navbirî amaje bi wê yekê jî kir ku, niha bakurê Sûriyeyê ji her bingeheke leşkerî ya Amerîkayî, Brîtanyayî an jî Rûsyayî vala ye; ev yek jî wekî werçerxaneke dîrokî di serweriya neteweyî de wesif kir.
Pêvajoya lihevkirina di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, ku di Berçileya 2025ê de bi çavdêriya Amerîkayê pêngavên wê yên fermî hatibûn avêtin, wekî mifteya sereke ya parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê tê dîtin.
Ev bizavên dîplomatîk nîşan didin ku Sûriye dixwaze ji qonaxa qeyranan derkeve û bibe xaleke stratejîk a navneteweyî. Valabûna bakurê Sûriyeyê ji hêzên Amerîkayî, Brîtanyayî û Rûsyayî werçerxaneke dîrokî ye ku rê li ber serweriya temam a niştimanî vedike û pêdivîtiya welat bi çavdêriya biyanî kêm dike daku Sûriye bibe faktorekî tenahiyê li deverê.