Mesrûr Barzanî û Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê pêşxistina peywendiyên dualî û rewşa deverê nîqaş kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê û Serokê Encûmena Niştimanî ya Enerjiyê ya Koçka Spî rewşa ewlehî û aborî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê li bin ronahiya agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de nîqaş kir, herwesa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê pabendî karkirina ji bo pêkanîna aştî û berfirehiyê li deverê ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandinek belav kir û tê de amaje da ku, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 17ê Nîsana 2026ê) danê êvarê di peywendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Navxwe yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Serokê Encûmena Niştimanî ya Enerjiyê ya Koçka Spî Doug Burgum danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên dualî di warê enerjiyê de û rola erênî ya kompanyayên Amerîkayî di piştgirîkirina pîşesaziya enerjiyê de kirin.

Di wê ragehandina hikûmetê de hatiye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê dîtin û nerînên xwe li ser rewşa ewlehî û aborî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê li bin ronahiya agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de li hev guhertin.

Li gorî wê ragehandinê, Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê rêz û hurmetên xwe ji bo serkirdetî û piştgiriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di mijara enerjiyê de diyar kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: “Mesrûr Barzanî spasiya piştgiriya berdewam a Amerîkayê kir û daxwaza parastina Herêma Kurdistanê û bidawîanîn êrîşên terorîstî yên li ser jêrxaneya enerjiyê kir; tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê pabendî karkirina ji bo pêkanîna aştî û berfirehiyê li deverê ye.