Bi dron û mûşekan êrîşî kampa Cêjnîkanê û dola Alaneyê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di êrîşên hevdem ên bi dron û mûşekan li ser kampa Cêjnîkanê ya penaberên Rojhilatê Kurdistanê û dola Alaneyê de, sê sivîl şehîd bûn û gelek kesên din jî birîndar bûn. Di nav qurbaniyan de xortek û du keçên ciwan hene ku di dema êrîşan de li malên xwe bûn.

Peyamnêrê Kurdistan24ê îro (În, 17ê Nîsana 2026ê) ragihand ku, di encama êrîşeke bi dron û mûşekan li ser kampa xwecihbûna malbatên awareyên Rojhilatê Kurdistanê li kampa Cêjnîkanê û dola Alaneyê de, 3 şehîd bûn û çend kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, êrîşa yekê bi dron û mûşekan li ser kampa Cêjnîkanê hatiye kirin. Di vê êrîşê de xortekî bi navê Şahîn Azerberzîn şehîd bûye û bavê wî yê bi navê Nadir Azerberzîn jî bi giranî birîndar bûye.

Berpirsê Kampa Cêjnîkanê Îsmaîl Erciumendî jî ji aliyê xwe ve ji Kurdistan24ê re ragihand: "Di encama êrîşa bi dronan a li ser kampa me de, şehîdek û 2 birîndarên me hene, ku ji bo karên xwe vegeriyabûn malên xwe yên di nav wê kampê de."

Di êrîşeke din de li ser kampeke awareyên Rojhilat li dola Alaneyê, du keçên ciwan bi navên Neda Mîrî û Semîra Ellayarî şehîd bûne û çend kesên din jî birîndar bûn.

Armanckirina kampên penaberan li Herêma Kurdistanê binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û qanûnên navneteweyî ye, ku parastina sivîl û penaberan misoger dikin. Ev êrîşên bi dron û mûşekan ku li ser kampa Cêjnîkanê û dola Alaneyê hatine kirin xetereke mezin li ser jiyana bi hezaran malbatên penaber çê dikin.

Ev bizavên leşker ewlehî û tenahiya deverê têk didin û dibin sedema tirs û nîgeraniyeke mezin di nav xelkê sivîl de, di demekê de ku civaka navneteweyî her tim tekezê li ser parastina serweriya Iraqê û kêmkirina aloziyan li deverê dike.