Neteweyên Yekbûyî: Em bi vekirina Tengava Hurmizê dilxweş in

Antonio Guterres
Antonio Guterres

Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî pêşwaziya daxuyaniya Komara Îslamî ya Îranê ji bo dubare vekirina Tengava Hurmizê li ber keştîvaniya navdewletî navneteweyî tekez kir, ku ev biryar pêngaveke giring e ji bo kêmkirina aloziyan li deverê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres îro (În, 17ê Nîsana 2026ê) pêşwaziya biryara Îranê ya li ser dubare vekirina Tengava Hurmizê li ber keştîvaniya deryayî kir.

Antonio Guterres amaje jî da, “Em bi vekirina Tengava Hurmizê dilxweş in û ev biryar wek pêngaveke stratejîk ji bo kêmkirina alozî û girjiyên deverê tê dîtin.”

Ji aliyekî din ve jî, Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric diyar kir ku Guterres daxwaza dabînkirina azadiya temam ji bo keştiyan di vê rêya avî ya zindî de kiriye.

Dujarric herwesa got: "Helwesta Neteweyên Yekgirtî zelal e; divê maf û azadiyên keştîvaniya navneteweyî li Tengava Hurmizê bi temamî vegerin û ji aliyê hemî aliyan ve rêz lê bê girtin."

Ev helwesta Neteweyên Yekbûyî piştî wê yekê tê ku, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî îro ragihandibû ku rêya Tengava Hurmizê bi awayekî `temam li ber hemî keştiyên bazirganî hatiye vekirin û hatin û çûn tê de normal bûye.

Tengava Hurmizê yek ji giringtirîn rêyên avî yên cîhanê ye ji bo veguhastina enerjiyê û kelûpelên bazirganî; vekirina vê rêyê jî wek nîşana arambûna aloziyên li devera Kendavê tê hesibandin.