Piştî daxuyaniyên Trump, Îsraîl daxwaza zelalkirinê ji Washingtonê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji ber daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê qedexekirina bombebaranên li ser Libnanê, matmayî mane.

Malpera "Axios" a Amerîkî, ji zarê berpirsekî Amerîkî ragihand, Benjamin Netanyahu û tîma wî ya şêwirmendan, piştî daxuyaniyên dawî yên Donald Trump gelekî matmayî mane. Li gorî wê malperê, ev daxuyaniyên Trump bûne sedema diltengî û nîgeraniyên di nav hikûmeta Îsraîlê de.

Berpirsê Amerîkî ji malperê re diyar kiriye, daxuyaniya Trump bi naveroka peymana agirbestê re nagunce. Di peymana agirbestê de hatiye destnîşankirin ku "mafê Îsraîlê heye ku li hemberî her êrîşeke plankirî an jî ya bilez, berevaniyê di ber xwe de bike." Lê belê, Trump gotibû: "Îsraîl êdî Libnanê bombebaran nake, êdî bes e."

Piştî van daxuyaniyan, alîkarên Netanyahu tavilê bi Koşka Spî re ketine peywendiyê. Rayedarên Îsraîlî dixwazin bizanibin ka gelo helwesta Washingtonê bi rastî guheriye yan na.

Trump di daxuyaniya xwe de destnîşan kiribû ku Amerîkayê bombebarankirina Libnanê li Îsraîlê qedexe kiriye û Washington dê derbarê dosyeya Hizbullahê de, bi awayekî cuda bi Libnanê re kar bike.

Her wiha Donald Trump diyar kir, ti peymaneke darayî di navbera wan û Îranê de tune ye û tekez kir ku dosyeya Îranê û ya Libnanê ji hev cuda ne.

Roja 16ê Nîsanê, Trump agirbesteke 10 rojan li Libnanê ragihandibû. Tê payîn ku ev agirbest ji îro ve bikeve meriyetê û her du alî pê pabend bin.