Îranê beşek ji asmanê xwe ji bo geştên asmanî vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Firokvaniya Sivîl a Îranê ragihand, asmanê welat ji bo geştên navxweyî û navdewletî hatiye vekirin û geşt dê hêdî hêdî vegerin rewşa asayî.

Serokê Rêxistina Firokvaniya Sivîl a Îranê Husên Pûrferezane îro 18ê Nîsanê aşkere kir, li gorî daxuyaniya fermî ya ji bo firokvanan hatî belavkirin, ji saet 07:00ê sibehê ve asmanê welat û beşek ji firokexaneyan hatine vekirin.

Pûrferezane destnîşan kir, bi taybetî rêyên esmanî yên li beşa rojhilatê welat hatine vekirin, da ku firokeyên navdewletî karibin di ser asmanê Îranê re derbas bibin. Hat ragihandin, asayîbûna geştan dê bi qonax be û ev yek bi amadekarî û hevahengiya teknîkî ya her du sektorên serbazî û sivîl ve girêdayî ye.

Serokê Firokvaniya Sivîl diyar kir, armanca wan a sereke pêşkêşkirina xizmetguzariyên ewle ye ji bo welatî û geştiyaran. Lewma destpêkirina geştan li gorî şert û mercên firokexaneyan dê hêdî hêdî pêk were.

Girtin û vekirina asmanê Îranê rasterast bi rageşî û alozîyên leşkerî yên li Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Di dema borî de, bi taybetî di dema şer û aloziyên li gel Amerîka û Îsraîlê de, hikûmeta Tehranê gelek caran asmanê welat girtibû. Ev biryar wekî tedbîrekê ji bo parastina ewlehiya balafirên sivîl û rêgirtin li rûdanên nexwestî dihatin girtin.