Mesrûr Barzanî: Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê ji bo têkdana agirbestê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşên dawî yên li ser Herêmê bi tundî şermezar kirin û ragihand, di van êrîşan de 5 kes şehîd bûne û gelek kes jî birîndar bûne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 18ê Nîsanê derbarê êrîşên berdewam ên li ser Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir û tê got: "Em êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi tundtirîn şêwe şermezar dikin ku her çend em ne aliyekî wî şerî bûn jî, lê belê êrîş di nava çend rojên borî de her berdewam bûn. "

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser ziyanên canî yên êrîşên van çend rojên dawî û got: "Tevî ku agirbest û danustandin hene, lê ji ber êrîşên van rojan, 5 kes şehîd bûn û hejmareke zêde ya welatiyan jî birîndar bûn. Ev yek hewildanek ji bo têkdana agirbestê û gihandina zêdetira zêtir bi navçeya me ye."

Serokwezîr Barzanî daxwaz ji Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku ji bo rawestandina van êrîşan "rêkarên pratîkî" bigire ber xwe û got: "Em careke din tekez dikin ku pêwîst e hikûmeta federal rêkarên pratîkî bigire ber xwe ji bo bidawîanîna van êrîşan. " 

Herwiha Mesrûr Barzanî bang li hevkarên Navdewletî kir û got: "Em daxwazê ji hevkarên xwe yên navdewletî dikin ku amûrên pêwîst ji bo parastina hemwelatiyên Kurdistanê û jêrxana enerjiyê li hember van gefên berdewam dabîn bikin."