Wezareta Tenduristiyê li ser canjidestana Pêşmerge Xezal Mewlan lêkolîn da destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ew lêkolînê li ser dosyaya canjidestdana Xezal Mewlan dikin û tekez kir, divê saziyên tenduristiyê dûrî zextên siyasî canê nexweşan biparêzin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 18ê Nîsanê derbarê canjidestdana keça Pêşmerge Xezal Mewlan daxuyaniyek belav kir. Wezaretê diyar kir, piştî ku Mewlan ji Nexweşxaneya Şoreş ya taybet bi Pêşmergeyan, ji bo nexweşxaneyeke kerta taybet hatibû veguhestin, ti rêkarên bizîşkî ji bo wê nehatine kirin.

Li gorî zanyariyên wezaretê, nexweşxaneyeke taybet nexwestiye birîndarê qebûl bike û di encamê de Xezal Mewlan canê xwe ji dest daye. Malbata birîndarê jî piştrast kir ku piştî Nexweşxaneya Şoreş ji ber kêmbûna amûran û nebûna cîh di beşa çavdêriya hûr de, xwestiye wê veguhezînin, çend nexweşxaneyên taybet jî ew qebûl nekirine.

Wezareta Tenduristiyê ragihand, wan bi hevahengiya bi Rêveberiya Tenduristiya Silêmaniyê û Dozgerê Giştî re, komîteyeke lêkolînê ava kiriye. Ev komîte dê li gorî "Yasaya Mafên Nexweş" (Hejmar 4, sala 2020) û "Peyrewa Lêpirsînê" (Hejmar 16, sala 2022) rastiya bûyerê aşkere bike û rêkarên yasayî li dijî kesên kêmkar bide destpêkirin.

"Nexweşxane nabe bikevin bin zextên siyasî"

Wezaretê di daxuyaniya xwe de ev reftar wekî "nayê qebûlkirin" pênase kir û got: "Divê saziyên tenduristiyê erkê xwe yê mirovî ji bo parastina jiyana her kesekî bicih bînin. Nabe nexweşxane bikevin bin ti zext an jî armancên siyasî."

Xezal Mewlan kî bû?

Xezal Mewlan Pêşmergeya Komelaya Zehmetkêşên Kurdistanê bû. Beriya çend rojan, di encama êrîşeke droneyî ya Komara Îslamî ya Îranê de li ser kampa Sûrdasê ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, bi giranî birîndar bûbû. Tevî hewildanên destpêkî yên bijîşkî, ji ber derengketina di dermankirinê de û nepejirandina nexweşxaneyan, wê canê xwe jidest da.