Pakistan: Libnan xala sereke ya nakokiya navbera Amerîka û Îranê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar ragihand, welatê wî hewildanên dijwar dike ji bo nêzîkkirina nêrînên Washington û Tehranê, lê mijara Libnanê wekî astengiya herî mezin li pêşiya peymanê dimîne.

Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar îro 18ê Nîsanê di daxuyaniyekê de bal kişand ser pêvajoya navbeynkariya welatê xwe di navbera Amerîka û Îranê de. Dar destnîşan kir ku "Libnan yek ji xalên herî diyar û sereke yên nakokiya navbera her du welatan e."

Ishaq Dar aşkere kir, hewildanên Pakistanê gihîştine qonaxeke baş û got: "Di dema danûstandinên li Îslamabadê de, Washington û Tehran pir nêzî gihîştina peymaneke dawî bûn." Lê belê, wezîr diyar kir ku tişta ku rê li ber peymanê girtiye, daxwaza ragihandina agirbestê û bidawîanîna şerê li Libnanê bûye.

Mercên Amerîka û Îranê

Li gorî zanyariyên ku di nava danûstandinan de derketine holê:

- Amerîka daxwaz dike ku Îran piştgiriya xwe ya ji bo komên çekdar, bi taybetî Hizbullaha Libnanê û Hemasê rawestîne. Herwiha Washington daxwaz dike ku Îran uranyuma xwe ya dewlemendkirî radestî Amerîkayê bike.

- Îran daxwaz dike ku rawestandina şerê li Libnanê bibe xala sereke û şertê sereke yê her peymanekê bi Washingtonê re.

Tevî navbeynkariya Pakistanê, ev daxwazên berevajî yên her du aliyan bûne sedem ku proseya aştiyê û bidawîanîna şerê navbera wan "rêyeke girtî" bibe û heta niha encameke dawî jê dernekeve.