Firokehilgira herî mezin a cîhanê vegeriya Deryaya Sor

Navenda Nûçeyan (K24) – Keştiya Amerîkayê "Gerald Ford" ku wekî firokehilgira herî mezin û pêşkeftî ya cîhanê tê naskirin, careke din li Deryaya Sor hat bicihkirin.

Ajansa nûçeyan a "Associated Press" ji zarê hinek fermanberên serbazî ragihand firokehilgira Amerîkî "Gerald Ford" vegeriya Rojhilata Navîn. Hat diyarkirin ku ev keştiya mezin ligel du keştiyên wêranker bi navên "Mahan" û "Churchill" di Kanala Suweyşê re derbas bûne û niha li Deryaya Sor cih girtine.

Gerald Ford beriya çend hefteyan ji ber rûdana agirekî mezin di beşa cilşoyiyê de, neçar mabû Deryaya Sor bicih bihêle. Bi vegera wê ya niha re, ev keştî "dirêjtirîn dema mayînê" ya firokehilgireke Amerîkî piştî Şerê Viyetnamê tomar dike.

Firokehilgira Gerald Ford projeya herî giranbiha û teknîkî ya hêza deryayî ya Amerîkayê ye ku bi têçûna zêdetirî 13 milyar dolaran hatiye avakirin; ev keştiya mezin xwedî kapasîteya hilgirtina zêdetirî 75 balafirên şer e û bi pergalên herî pêşkeftî yên radar û parastinê kar dike.

Amerîkayê piştî destpêkirina aloziyên li Rojhilata Navîn û derketina şerê li gel Îranê, ev keştî şandibû navçeyê. Sopayê Pasdaran ê Îranê berê çend caran îdîa kiribû ku wan ev keştî bi dronan kiriye armanc û ji ber wê neçar maye navçeyê bicih bihêle.