Nêçîrvan Barzanî û Erdogan nexşerêya nû ya aramî û geşepêdanê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Tirkiyeyê, tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina hevahengiyên piralî yên di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê de kirin, bi armanca misogerkirina geşepêdana aborî û çespandina bingehên aramiya li herêmê."

Di berdewamiya bernameya xwe de li Foruma Dîplomasiya Antalyayê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara îro 18/04/2026 bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de gotûbêjeke fereh li dor bihêzkirina hevkariya Tirkiyeyê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re kirin û li ser rewşa navçeyê، nêrînên xwe li hev guhartin. Herdu aliyan tekez li pêgîriya xwe ya hevbeş ya ji bo pêşêxistina geşepêdanê û parastina aramî û tenahiyê li navçeyê kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, tekez li ferehkirina asoyên hevkariya hevbeş ya di warên cuda de hate kirin û herdu aliyan dîsa gotin ku diyalog riya herî dirust ya çareserkirina qeyranan û parastina berjewendiyên hevbeş e.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Serok Erdoğan kir ji bo serkirdayetî û hewlên wî yên berdewam yên ji bona aramkirina aloziyan û parastina ewlehî û tenahîya navçeyê.

Hin mijarên din ên ji herdu aliyan re girîng, beşeke din a civînê bû.