PDK: Heta demeke nediyar em civînên parlemana Iraqê baykot dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Nûneran a Iraqê, bi daxuyaniyekê ragihand, wan civînên Parlemanê heta demeke nediyar baykot kirine.
Fraksiyona PDKê îro 18ê Nîsanê di daxuyaniya xwe de sedema vê biryarê ji bo "binpêkirina destûr û yasayan" û "piştguhkirina prensîbên bingehîn" vegerand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, li Parlemanê bingehên "hevparî, hevsengî û lihevhatinê" hatine binpêkirin.
Di daxuyaniya Fraksiyona PDKê de wiha hat gotin:
Piştî ku li Encûmena Nûneran a Iraqê destûr û yasa hatin binpêkirin û prensîbên hevparî, hevsengî û lihevhatinê hatin piştguhkirin; em li vir radigihînin:
Li ser rênima û raspardeya serokatiya me, me biryar da ku em civînên Encûmena Nûneran heta demeke nediyar baykot bikin.
Em careke din tekez dikin ku parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û parastina rewabûna proseya siyasî, li ser her cure berjewendiyan re ye.