Ketîbeyên Hizbulahê çar xal li ser rewşa siyasî, ewlehî û pirsa serokwezîrtiyê ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Ewlehiyê yê Ketîbeyên Hizbulahê di daxuyaniyekê de sînorên lîstika siyasî û serbazî ya qonaxa bê diyar kirin. Di çar xalên sereke de, Ebû Mucahid Esaf daxwaza derketina Amerîkayê ji navendên ewlehiyê kir û tekez kir ku divê Serokwezîrê Iraqê yê bê ji nav eniya wan be, eger bizavên ji bo hilbijartina Malîkî û Sûdanî bi ser nekevin.
Berpirsê Ewlehiyê yê Ketîbeyên Hizbulahê Ebû Mucahid Esaf li derengiya şeva borî (Şemî, 18ê Nîsana 2026ê) di beyannameyekê de çar xalên sereke li ser rewşa siyasî, ewlehî, helwesta li hember Amerîkayê û pirsa diyarkirina Serokwezîrê Iraqê yê bê diyar kirin.
Xalên herî girîng ên wê beyannameyê:
1. Hevahengiya hêzên berevaniyê: Esaf ragihand ku "Miqawemeya Hizbulahê" di şerê vê dawiyê de bûye sedema sepandina agirbestê û ew yek wekî serkeftin wesif kir. Daxwaza rêkxistina mekanîzmeke nû ji bo bilindkirina asta hevahengiyê di navbera hêzên berevaniyê de û vekirina tewerên nû ji bo bersivdayîna Amerîka û Îsraîlê kir.
2. Peywendiyên ligel Kuweytê: Hişyarî da hikûmeta Kuweytê ku zirarê negihîne wan kesên ku wî wekî "hinek ji gel" bi nav kirin, di dema şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de.
3. Hebûna Amerîkayê li Iraqê: Amaje bi hevfêmkirinekê di navbera Hizbulah û navbeynkarekî Iraqî de li ser Balyozxaneya Amerîkayê kir; herwesa ragihand ku, parastina ewlehiya balyozxaneyê girêdayî wê yekê ye ku ti devereke xwecihbûnê li parêzgehên Iraqê neyê armanckirin. Tekez jî kir ku, ew ji bo hilweşandina dezgehên ewlehî û serbazî yên Amerîkayê, ramalîna çekên wan di nav bajaran de û bidawîanîna hejmona wan di wezaret û ajansên ewlehiyê de kar dikin.
4. Pirsa Serokwezîrê Iraqê: Esaf li ser pirsa pêkanîna hikûmeta bê ragihand ku, eger hevpeymanên wan di Çarçoveya Hevahengiyê de nekarin Nûrî Malîkî an Mihemed Şiya Sûdanî derbaz bikin, hingê divê Serokwezîrê Iraqê yê bê her ji fraksiyona wan be. Amaje bi wê yekê jî kir ku, nayê qebûlkirin ku tenê yek komele destê xwe deyne ser her çar serokatiyan.
Ev daxuyaniya Ketîbeyên Hizbulahê di demekê de ye ku, Iraq di bin bandora alozî û agirbestên herêmî de ye. Ketîbeyên Hizbulahê wekî hêzeke bi bandor di nav "Hêzên Miqawemeyê" de, her tim hebûna Amerîkayê li Iraqê wekî binpêkirina serweriya neteweyî dîtiye.
Ev daxuyaniya çarxalî nîşan dide ku, duberekiyên li ser kursiya serokwezîrtiyê hîn mezin in û hevsengiyên siyasî di bin ronahiya agirbesta Amerîka û Îranê de ber bi qonaxeke nû ve diçin. Tekezkirina li ser "tewerên nû" nîşana wê yekê ye ku, dibe ku eniya rûbirûbûnê li deverê berfirehtir bibe, eger şertên wan ên siyasî û ewlehî li gorî qanûn û daxwazên wan neyên bicihanîn.