Îsraîl: Têkçûna danûstandinan tê manaya lêdana tund li Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsekî bilind ê leşkerî yê Îsraîlê hişyarî da Tehranê û ragihand ku, di îhtîmala têkçûna danûstandinan û hilweşîna agirbestê de, artêşa welatê wî bi hevahengiya Amerîkayê dê "gurzeke pir kujek û piştşikên" li Îranê bide.
Berpirsekî bilind ê leşkerî yê Îsraîlê di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya "Mearîf"ê eşkere kiriye ku, artêşa Îsraîlê û Amerîka di "hevahengiyeke pir nêzîk û hûr de ne".
Di vê çarçoveyê de jî, Fermandarê Hêzên Deryayî yê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper serdana Îsraîlê kiriye û ligel Serokê Erkanê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir civiyaye. Armanca wê civînê jî amadekariyên ji bo îhtîmala hilweşîna ji nişkê ve ya agirbestê bûye.
Wî berpirsî herwesa got: "Em û Amerîkayî di lûtkeya amadebaşiyê de ne. Eger pêdivî bike ku em dest bi şer bikin, em dizanin em dê çi bikin. Hevahengiya me ya temam heye û ew gurzê ku em dê biweşînin dê pir tund be û dê zirarên mezin û qerebûnekirî bigihîne Îraniyan."
Rojnameya Mearîfê ji zarê wî berpirsî, ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin, belav kiriye ku gurzê wan ê vê carê dê dezgehên enerjiyê yên Îranê jî vegire.
Ew berpirs li wê bawerê ye ku Îran di rewşeke pir lawaz de ye û got: "Îran di demekê de diçe nav danûstandinan ku tûşî lawazbûneke zêde bûye û şiyanên wê bi awayekî berçav kêm bûne, aboriya wê herifiye û niha hêdî hêdî di qebareya wan zirarên mezin ên ku gihîştine wê digihe."
Ev daxuyaniyên wî berpirsê Îsraîlî di demekê de ne ku, biryar e vê hefteyê ew agirbesta ku di şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de hatibû ragihandin bi dawî bibe; ev jî di demekê de ye ku heta niha ti jivanek ji bo gereke nû ya danûstandinên di navbera Waşinton û Tehranê de nehatiye diyarkirin.
Li gorî zanyarên artêşa Îsraîlê, di dema 40 rojên şer de, balafirên şer ên Îsraîl û Amerîkayê zêdetir ji 37 hezar mûşek û bombeyan barandine ser armancên cuda cuda li Îranê, ev jî qebareya wê wêrankirina ku gihîştiye jêrxaneya leşkerî ya wî welatî nîşan dide.