Îsraîl bo nîqaşkirina rewşa Tengava Hurmizê û Libnanê dicive
Navenda Nûçeyan (K24) - Medyayên Îsraîlê belav kiriye ku, Hikûmeta Îsraîlê civînekê ji bo nîqaşkirina pêşveçûnên qeyrana Tengava Hurmizê û pirsa agirbestê li Libnanê li dar dixe; ev civîn ligel berfirehbûna kontrola artêşa Îsraîlê li deverên başûrê Libnanê hevdem e.
Radyoya Îsraîlê îro (Yekşem, 19ê Nîsana 2026ê) amaje bi wê yekê kir ku, ev civîna Hikûmeta Îsraîlê dê ji bo gengeşekirina encamên aloziyê li Tengava Hurmizê û bandorên wê li ser rewşa deverê bê terxankirin, ligel nirxandina birêveçûna pêvajoya agirbestê li Libnanê.
Ji aliyekî din ve jî, Kanala 12ê ya Îsraîlî ji zarê çavkaniyên haydar ve veguhastiye: "Artêşa Îsraîlê niha kontrola nêzîkî sêyeka wê rûberê kiriye ya ku dikeve di navbera sînoran û rûbarê Lîtaniyê de."
Herwesa rojnameya "Mearîf"ê ya Îbrî jî belav kiriye ku, artêşa Îsraîlê û artêşa Amerîkayê armancên xwe nû kirine, ku tê de tekezeke taybet li ser dezgehên enerjiyê yên Îranê hatiye kirin; ev jî wekî amadekariyek ji bo îhtîmala hilweşîna ji nişkê ve ya agirbesta ligel Tehranê.
Ev pêşveçûn piştî wê yekê tên ku, li serê sibeha roja 8ê Nîsanê, Waşinton û Tehranê bi navbeynkariya Pakistanê lihevkirin li ser agirbesteke duhefteyî ragihand; ev jî wekî destpêkekê ji bo danûstandinên berfireh bi merama bidawîanîna wî şerê ku li roja 28ê Sibata borî ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatiye destpêkirin.