Pizîşkiyan li ser mafên atomî hişyariyeke tund da Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Di lûtkeya aloziyên dîplomatîk de, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan xetên sor ên Tehranê li beranberî daxwazên Donald Trump xêz kirin. Pizîşkiyan tekez kir ku mafên atomî nayên nîqaşkirin, hevdem cîgirê wî jî ragihand ku kontrola Tengava Hurmizê di destê wan de ye; ev daxuyanî di demekê de ne ku her du alî li Pakistanê li ser maseya danûstandinan in daku agirbestê bikin lihevkirineke herdemî.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro (Yekşem, 19ê Nîsana 2026ê) ragihand ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump nikare gelê Îranê ji mafên wî yên atomî bêpar bike.

Pizîşkiyan di daxuyaniyên xwe de ji bo medyayên navxweyî yên welatê xwe zelal jî kir ku, niyeta Tehranê ya êrîşkirina li ser ti welatekî nîne, belkî tenê mafê xwe yê qanûnî û rewa ji bo berevanîkirina ji xwe bi kar tîne.

Navbirî amaje bi wê yekê jî kir ku, Îran naxwaze çarçoveya şer berfireh bike, nebûye pêşenga ti şerekî û êrîş nekiriye ser ti welatekî jî.

Cîgirê Serokkomarê Îranê Mihemed Reza Arif jî li ser pirsa Tengava Hurmizê tekez kir ku, welatê wî bizavê dike ku hemî şerên li Rojavayê Asyayê bi dawî bîne. Eşkere jî kir ku, Tehran di birêvebirina Tengava Hurmizê de aliyê berpirsyar e, lewma mafên xwe li ser maseya nîqaşan an jî li ser erdê misoger dike.

Ji aliyekî din ve jî, Serokê Parlamentoa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf li ser danûstandinan eşkere kir ku, tîma danûstandinan pêşketin bi dest xistiye, lê hîn jî mewdayeke zêde di navbera her du aliyên Îranî û Amerîkayî de heye. Danûstandinkerê mezin ê Îranê herwesa got: "Çend xal hene ku em israrê li ser dikin, wan jî xetên sor hene, lê dibe ku ev mijar tenê yek an du xal bin."

Trump jî di derhqa pêvajoya danûstandinan de ragihand ku, Amerîka tevlî danûstandinên pir baş bûye, bêyî ku ti hûrguliyên din eşkere bike; lê paşê tekez kir ku, Tehran nikare welatê wî di pirsa Tengava Hurmizê de bixe bin zextê.

Aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de li dawiya meha Sibata îsal derbazî qonaxeke xeter bûne, ew jî piştî ku êrîşên leşkerî yên hevpar ên Waşinton û Televîvê ji bo ser gelek armancan li navxoya Îranê dest pê kirin.

Li beranberî wê yekê jî, Tehranê gelek rêkarên tund bi cih anîn, wekî daxistina Tengava Hurmizê li ber hatin û çûna keştiyên bazirganî, vê yekê jî qeyraneke mezin a enerjiyê li cîhanê çê kir û bandoreke giran li ser aboriya navneteyî kir.

Bi merema rêgirtina li berfirehbûna şer û vegerandina tenahiyê, Pakistanê wekî navbeynkarek pêşengî kir û karî agirbesteke demkî di navbera aliyan de dirust bike. Niha danûstandin ji bo guhertina agirbestê ji bo lihevkirineke giştî bi germî berdewam in, bi armanca bidawîanîn şer û rêkxistina hatin û çûna deryayî li deverê.