Trump: Nûnerên min ji bo danûstandinên bi Îranê re ber bi Pakistanê ve birê ketine

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, eger Îran peymana "dadperwerane" qebûl neke, Amerîka dê hemû pir û wêstgehên karebayê yên li hundirê Îranê wêran bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 19ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social" peyamek belav kir û diyar kir, Îranê duh di Tengava Hurmizê de gule berdane keştiyeke Fransî û barkêşeke Brîtanî.

Trump ev yek wekî "binpêkirineke temam a agirbestê" pênase kir û got: "Me peymaneke gelekî dadperwerane pêşkêş kiriye. Eger Îranî wê red bikin, em ê hemû wêstgehên karebayê û hemû pirên li Îranê wêran bikin. Êdî dema nermiyê bi dawî bûye û divê 'makîneya kuştinê' ya Îranê were rawestandin."

Serokê Amerîkayê bal kişand ser dorpêça li ser Tengava Hurmizê û destnîşan kir, Tehran rojane 500 mîlyon dolar ziyanê dibîne. Trump got jî, Amerîka ti zirarê nake û niha gelek keştî ji bo barkirinê ber bi eyaletên wekî Texas û Louisiana ve diçin.

Li aliyê din, amadekarî ji bo gera nû ya danûstandinan li Îslamabadê berdewam dikin. Hat ragihand, du firokeyên Amerîkî ku tîma pêşîn û tîmên ewlehiyê hildigirtin, gihîştine paytexta Pakistanê. 

Rayedarên Pakistanî ragihandin, ji ber girîngiya civînan, li Îslamabadê tedbîrên ewlehiyê yên tund hatine girtin û navbeynkar hewl didin aliyan bînin ser maseya çareseriyê.

Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, di dawiya Sibata 2026an de dest pê kir û bû sedema ziyanên mezin. Bi navbeynkariya Pakistanê, ji bo du hefteyan agirbestek hatibû ragihandin, da ku derfet ji dîplomasiyê re were dayîn.