Li Ewropayê zarokên Kurd bi pirtûkên Hikûmeta Kurdistanê fêrî Kurdî dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hezaran pirtûkên fêrbûna zimanê Kurdî ji bo zarokên li dîasporayê şandin, da ku ziman û çanda xwe ji bîr nekin.

Li çendîn bajarên Almanyayê, zarokên Kurd ên ku li Ewropayê ji dayik bûne yan jî lê dijîn, bi coşeke mezin beşdarî waneyên zimanê Kurdî dibin. Ev wane bi piştgiriya pirtûkên ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine amadekirin, birêve diçin.

Pêvajoya şandina pirtûkan di çarçoveya hevanahiyeke fermî ya di navbera Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê û Konfederasyona Revenda Kurdistanî de pêk hat. Armanc ew e ku zarokên Kurd li welatên xerîbiyê ji reh û koka xwe qut nebin û bi zimanê xwe yê resen bixwînin û binivîsin.

Li gorî zanyariyan, sala borî Wezareta Perwerdeyê 9 hezar pirtûkên fêrbûnê ji bo polên 1ê heta 4ê şandine Ewropayê. Ev pirtûk bi her du zaravayan, Kurmancî û Soranî, hatine amadekirin da ku hemû zarokên ji her çar perçeyên Kurdistanê bikarin jê sûd werbigirin.

Dê û bavên xwendekaran û mamosteyên zimanê Kurdî kêfxweşiya xwe bi vê pêngavê anîn ziman. Mamoste Rovend Îso diyar kir ku hebûna pirtûkên rêkûpêk karê wan hêsantir kiriye û daxwaza zarokan a ji bo fêrbûnê zêdetir kiriye.

Kesûkarên xwendekaran jî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û destnîşan kirin ku ev alîkarî nîşana giringîpêdana bi nasnameya Kurdî ye li derveyî welat.

Li van navendan ne tenê ziman, lê di heman demê de huner û muzîka Kurdî jî tê hînkirin. Zarok bi amûra tembûrê kilamên Kurdî distirên, ku ev yek dibe sedema xurtbûna hesta wan a niştimanperweriyê û girêdana wan a bi çanda bav û kalan re.