Pizîşkiyan û Şerîf gava bê ya danûstandinan gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo amadekariya gera nû ya danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de, Serokkomarê Îranê û Serokwezîrê Pakistanê îro bi telefonê diaxivin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê (IRNA) ragihand, Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî û Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar îro 19ê Nîsanê bi telefonê peywendiyek encam dane. Di vê peywendiyê de, her du aliyan li ser gava dawî ya çareserkirina alozî û kêşeyên navçeyê nêrînên xwe parve kirin.
Wezîrê Derve yê Pakistanê di peywendiyê de tekezî li ser giringî û pêwîstiya berdewamiya danustandinan kir, da ku aştî û asayîşa navçeyê were parastin.
Araqçî û Îshaq Dar di axaftina xwe de eşkere kirin, îro Serokkomarê Îranê Masûd Pizîşkiyan û Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf dê bi telefonê biaxivin. Mijara sereke ya vê peywendiyê, gotûbêjkirina gavên gera nû ya danûstandinên navbera Amerîka û Îranê ye.
Tê payîn ku gera nû ya danûstandinên Amerîka û Îranê bi navbeynkariya Pakistanê, roja sêşemê li Îslamabadê dest pê bike. Pakistan di vê qonaxê de wekî "pira dîplomatîk" rolê lîstikvanekî sereke digire ser xwe, da ku rê li ber şerekî berfirehtir bigire û aliyan bigihîne peymaneke destpêkî.