Şandeke Şamê ji bo wergirtina îdareya zîndanan li Hesekê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke bilind a Wezareta Dadê ya Sûriyeyê bi armanca yekxistina saziyên dadwerî û wergirtina îdareya zîndanan, serdana parêzgeha Hesekê û girtîgeha Giwêran kir.

Ajansa “SANA” belav kir, şandeke hikûmî ya bi serokatiya Dozgerê Giştî yê Sûriyeyê, dadwer Hesan El-Turbe, îro 19ê Nîsanê gihîşt parêzgeha Hesekê. Ev serdan di çarçoveya amadekariyên ji bo ji nû ve çalakkirina saziyên dadwerî yên hikûmetê li herêmê pêk hat.

Şandeya Wezareta Dadê ji aliyê Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed ve hat pêşwazîkirin. Di civînê de tîma serokatiyê û rayedarên herêmî amade bûn. Mijara sereke ya gotûbêjan "yekxistina saziyên dadwerî" û aktîvkirina dadgehan li seranserî parêzgehê bû. Her wiha dadwer Hesan El-Turbe li Koşka Dadê ya Hesekê bi kadroyên dadweriyê re civiya û karên birêxistinkirina dadgehan hat gotûbêjkirin.

Yek ji pêngavên girîng ên vê serdanê, çûna şandeyê ya bo Zîndana Giwêran a li bajarê Hesekê bû. Parêzgarê Hesekê û Fermandarê Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) ê parêzgehê Emîd Merwan El-Elî di vê serdanê de ligel şandeyê bûn.

Hate ragihandin ku ev serdan wekî amadekariyekê ye, da ku Wezareta Dadê ya Sûriyeyê îdareya zîndanên li parêzgehê wergire û wan bi pergala dadwerî ya navendî ve girê bide.

Zîndana Giwêran a li Hesekê, yek ji girtîgehên herî navdar e ku bi hezaran çekdarên DAIŞê tê de girtî ne. Heya niha ev zîndan di bin kontrol û birêvebiriya Rêveberiya Xweser û HSDê de ye. Tê pêşbînîkirin ku piştî vê serdanê, di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de li ser dosyaya zîndanên DAIŞê û saziyên dadwerî, hevahengiyeke nû yan jî veguhastina desthilatê pêk were.