Hûsiyên Yemenê ji K24ê re: Em ji bo qonaxeke nû ya şer amade ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê serbazî yê Hûsiyên Yemenê ragihand, hêzên wan ji bo şerekî berfireh li gel Îsraîl û Amerîkayê amade ne û gefa girtina xala stratejîk a deryayî xwar.

Fermandarê serbazî yê Hûsiyên Yemenê Ebdulxenî Elî Zubeydî di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê ragihand, hêzên wan di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne. Zubeydî destnîşan kir, rûbirûbûna wan a li gel Îsraîl û Amerîkayê ne tiştekî nû ye û wan xwe ji bo hemû egeran amade kiriye.

Ebdulxenî Zubeydî bal kişand ser şiyana serbazî ya Hûsiyan û got: "Di destê me de çek û amûrên serbazî yên herî nûjen hene. Bi taybetî mûşekên me yên dûravêj û dron, her dem ji aliyê kalîte û hejmarê ve tên pêşxistin.

Zubeydî herwiha got, gefên di navbera wan û Îsraîlê de ji beriya şerê niha jî hebûn û wan pêşbînî dikir ku şerekî wiha derkeve, lewma wan jêrxaneya xwe ya serbazî li gorî wê amade kirine.

Yek ji xalên herî girîng ên daxuyaniya Zubeydî, gefa girtina Tengava Bab Mendebê bû, ku yek ji girîngtirîn rêyên deryayî yên bazirganiya cîhanê ye. 

Zubeydî di vê derbarê de got: "Girtina vê tengavê bê guman yek ji bijardeyên me yên herî bihêz e. Her çend di destpêka şer de wekî bijardeyeke paşxistî hatibe dîtin jî, lê eger alozî û geşedanên serbazî mezintir bibin, girtina tengavê dê bibe bijardeyeke teqez."

"Îsraîl ji şiyanên me agahdar e"

Fermandarê Hûsiyan diyar kir, Îsraîl bi hûrî çavdêriya pêşkeftinên wan ên serbazî dike û baş dizane ku Hûsî gihîştine çi astê. Herwiha tekez kir ku "qewara Îsraîlî" ji hêz û teknolojiya wan a serbazî ditirse.

Beşdariya Hûsiyan di şer de

Hûsiyên Yemenê ku di destpêka şerê Îranê de bêdeng mabûn, di 28ê Adara 2026an de bi avêtina çendîn mûşekên balîstîk ber bi Îsraîlê ve, bi fermî ketin nav şer. Ev daxuyaniyên nû nîşan didin ku Hûsî dixwazin eniya şerê deryayî firehtir bikin, ku ev yek metirsiyeke mezin li ser aboriya navneteweyî çêdike.