Şamê bi fermî Koşka Dadê û Zîndana Xiwêranê li Hesekê wergirtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Wezareta Dadê ya Sûriyeyê bi serokatiya Dozgerê Giştî, Koşka Dadê û Girtîgeha Navendî ya Hesekê wergirtin, da ku wan bi pergala dadwerî ya navendî ve girê bidin.
Ajansa “SANA” belav kir, şandeke bilind a Wezareta Dadê ya Sûriyeyê bi serokatiya Dozgerê Giştî, dadwerê şêwirmend Hesan El-Turbe, serdaneke meydanî bo bajarê Hesekê pêk anî. Di encama vê serdanê de, Koşka Dadê ya bajêr û Girtîgeha Navendî ya li taxa Xiwêranê bi fermî radestî şandeya hikûmetê hatin kirin.
Dozgerê Giştî Hesan El-Turbe di daxuyaniyekê de diyar kir, wan li rewşa girtiyên di Zîndana Xiwêranê de nihêriye û aşkere kir, ew wek amadekariyekê dixebitin da ku "ofîseke yasayî" ya ser bi Dozgeriya Giştî ava bikin. Armanca vê ofîsê ew e ku bi awayekî rasterast karûbarên yasayî yên girtiyan bişopîne û wan bixe bin sîwana Wezareta Dadê.
Şandeya Wezaretê piştî civîna bi Parêzgarê Hesekê re, derbasî Koşka Dadê ya bajarê Hesekê bû. Dadwer El-Turbe ligel dadwer û karmendên Koşka Dadê civiya û destnîşan kir, ew ê ji nû ve saziyên dadwerî çalak bikin. Hat ragihand ku ev pêngav bi rênimaya Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê û bi hevahengiya ligel Rêveberiya Giştî ya Girtîgehan a ser bi Wezareta Navxwe pêk hatiye.
El-Turbe tekez kir, niha kar ji bo wergirtina hemû girtîgehên parêzgeha Hesekê tê kirin. Armanca sereke ew e ku hemû zîndan bi dadgehên fermî yên Wezareta Dadê ve werin girêdan.
Zîndana Xiwêranê ya li Hesekê, yek ji girtîgehên herî navdar e ku bi hezaran çekdarên DAIŞê tê de girtî ne û di bin kontrol û birêvebiriya Rêveberiya Xweser û HSDê de bû.