Medyaya Îsraîlî hûrgiliyên peymana nihênî ya Amerîka û Îranê belav kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Kanala 12 ya Îsraîlî hûrgiliyên peymana dîrokî ya di navbera Washington û Tehranê de ku tê payîn li Îslamabadê were îmzekirin, aşkere kir. Di dema ku her du welat ber bi bidawîkirina şer ve diçin, Îsraîl xwe di vê peymanê de "piştguhkirî" dibîne.
Kanala 12 ya Îsraîlî îro Yekşemiyê, 19ê Nîsana 2026an, perde ji ser çarçoveya peymana aştiyê ya navbera Amerîka û Îranê rakir. Her çend peyman bi fermî nehatibe îmzekirin jî, raport nîşan dide ku xalên sereke hatine zelalkirin, lê ev yek bûye sedema nîgeraniyeke kûr li Tel Avîvê.
7 xalên sereke yên projeya peymanê:
Li gorî raporta medya Îsraîlî, xalên ku li ser hatine lihevkirin ev in:
1- Rawestandina Dewlemendkirina Uranyumê: Îran dê ji bo 15 salan dewlemendkirina uranyumê bisekinîne. (Amerîkayê daxwaza 20 salan dikir, Îranê kêmtir, lê li ser 15 salan li hev kirine).
2- Veguherandina Uranyumê: Hemû stokên uranyuma dewlemendkirî ya Îranê dê bibe "sotemeniya atomî", ku ev yek vegerandina wê ya ji bo mebestên leşkerî pir zehmet dike.
3- Mana Uranyumê: Uranyum dê di hundirê xaka Îranê de bimîne û nayê veguhastin bo derve. (Ev xala herî zêde Îsraîlê jê ne razî ye).
4- Pişkîniyên Bêmerc: Îran dê rê bide pişkînerên navdewletî ku bi awayekî bêmerc çavdêriya hemû westgeh û saziyên atomî bikin.
5- Tengava Hurmizê: Tengava Hurmizê dê bi temamî li pêş keştiyên navdewletî vekirî be û asayîşa deryayî were garantîkirin.
6- Vekişîna Hêzan: Şer bi fermî bidawî dibe û hêzên deryayî yên Amerîkayê ji Kendavê vedikişin.
7- Rakirina Cezayan: Hemû cezayên aborî yên li ser Îranê tên rakirin, ku ev wekî "serkeftina herî mezin a Tehranê" tê dîtin.
Îsraîl: "Rewşa niha ji vê peymanê baştir e"
Rayedarên Îsraîlî bi guman û tirsê li vê peymanê dinêrin. Li gorî Tel Avîvê, manê uranyumê li hundirê Îranê metirsiyeke mezin a ewlehiyê ye. Herwiha Îsraîl di baweriyê de ye ku rakirina dorpêçan, dê Îranê ji aliyê aborî ve bihêz bike, di dema ku armanca şer qelskirina Tehranê bû.
Rojnamevanên Îsraîlî diyar dikin, di nav hikûmeta Netanyahu de nêrînek heye ku dibêje: "Rewşa niha ya şer ji vê peymanê baştir e, ji ber ku hêzên Amerîkayê li navçeyê di amadebaşiyê de ne da ku bersiva her gefekê bidin."
Çav li Îslamabadê ne
Tê payîn ku roja Sêşemê şandeyên her du welatan ji bo gera duyem a danûstandinan li paytexta Pakistanê, Îslamabadê, bicivin. eger ev peyman were îmzekirin, dê dawî li qonaxeke bixwîn a li Rojhilata Navîn were, lê dîsa jî metirsiyên Îsraîlê yên li ser pêşerojê wekî girêkekê dimînin.