Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê: Peymana bi Îranê re nêzîk e
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright geşbîniya xwe derbarê danûstandinên bi Îranê re anî ziman û ragihand, Serok Trump dixwaze Rojhilata Navîn bike herêmeke bê teror.
Chris Wright diyar kir, gihîştina bi peymanekê hinek dem dixwaze, lê ew bawer nake ku ev dem pir dirêj bibe. Wright got: "Danûstandinên ligel Îraniyan berdewam in û ez bawer dikim pir baş birêve diçin. Di demeke nêz de em ê encamên van gotûbêjan bibînin."
Wezîrê Enerjiyê destnîşan kir, peymana nû dê dawî li "47 salên terora Îranê" bîne û ev yek dê bibe derfetek, da ku Îran jî ji bo berjewendiya gelê xwe rêyeke baştir hilbijêre. Wright tekez kir jî, armanca wan a sereke bidawîanîna bernameya atomî ya Îranê ye.
Chris Wright derbarê şêwazê karê Donald Trump de got: "Serok Trump danûstandinkarekî dahêner e. Ew hemû rê û her cure zextê bikar tîne, da ku bandora xwe bisepîne û dawî li şer û milmileyan bîne."
Wright amaje bi giringiya vekirina Tengava Hurmizê kir û got: "Ez bawer dikim ku tu surprîz nabe. Di encamê de, Rojhilata Navîn dê bibe herêmeke bê teror, Tengava Hurmizê dê were vekirin û em ê nehêlin Îran bibe xwediyê çekên atomî."