CENTCOM: Hêzên Marînez dest danîn keştiyeke Îranî
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, hêzên wan bi operasyoneke deryayî û esmanî dest bi ser keştiyeke bazirganî ya Îranî de girtine ku nexwestiye fermanan bicih bîne.
Li gorî daxuyaniya ku CENTCOMê li ser platforma X belav kiriye, hêzên Marînez ên Amerîkayê yên li ser keştiya êrîşber a "USS Tripoli (LHA 7)", dest danîne ser keştiyeke bazirganî ya bi navê "M/V Touska" ku ala Îranê lê bû.
Operasyon îro 20ê Nîsanê piştî şeş saetan ji hişyariyan pêk hat. Di destpêkê de, keştiya wêranker a Amerîkayê "USS Spruance (DDG 111)" motora keştiya Îranî ji kar xist û ew rawestand. Paşê, hêzên Marînez bi helîkopteran daketin ser keştiyê û ew bi temamî xistin bin kontrola xwe.
CENTCOMê diyar kir, keştiya "Touska" ji bo şeş saetan guh nedabû hişyariyên berdewam ên hêzên deryayî yên Amerîkayê û nexwestibû pabendî fermanan bibe. Ji ber vê serpêçiyê, hêzên Amerîkayê biryara destêwerdana serbazî dan.
Heya niha hûrgiliyên zêdetir derbarê barê keştiyê, cihê ku jê dihat û sedema sereke ya şopandina wê nehatine aşkerekirin.